Serokê CHPyê yê navçeya Rezanê ya Amedê greva birçîbûnê bi dawî kir

02-09-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Serokê CHPyê yê navçeya Rezanê ya Amedê Recep Yavuz
Serokê CHPyê yê navçeya Rezanê ya Amedê Recep Yavuz
Nîşan Recep Yavuz Amed CHP
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Serokê CHPyê yê navçeya Rezanê ya Amedê Recep Yavuz greva birçîbûnê bi dawî kir.

Recep Yavuz bi hinceta ku serokatiya wî û kongreya navçeya wî ji aliyê rêxistina CHPyê ya bajêr ve nehatiye pejirandin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû.

Wî li avahiya partiya xwe pêşwaziya piştevanan kir lê kesên têne piştgiriyê îcar ji bo şexsê wî hatine.

Bi hinceta ku Serokatiya Amedê ya CHPyê kongreya navçeya Rezanê betal kiriye, Recep Yavuz dest bi greva birçîbûnê kiribû.

Yavuz diyar kiribû ku destpêkê dê 3 rojan bikeve greva birçîbûnê lê eger kongre û serokatiya wî neyê pejirandin ew dê îcar bikeve rojiya mirinê û tu destwerdaneke bijîşkî jî qebûl neke.

Piştre Yavuz da zanîn ku Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ketiye dewrê û ji ber vê yekê wî greve xwe ya birçûbûnê bi dawî aniye.

Li gorî Yavuz tawankarê çalakiya wî Serokê CHPyê yê Amedê Abdullah Atîk e.

“Ez dê dest bi rojiya mirinê bikim”

Serokê CHPyê yê navçeya Rezanê Recep Yavuz gotibû:

“Em dê 3 rojan bikevin greva birçîbûnê. Paşê ez dê dest bi rojiya mirinê bikim.

Heft hevalên min jî dê ji bo piştgiriyê bi min re bin. Ew dê piştgiriya min bikin.”

Serokê CHPyê yê bajarê Amedê Abdullah Atîk berovajî Recep Yavuz difikire.

Li gorî Atîk, kongreya navçeya Rezanê li gorî pîvanên rêziknameya CHPyê nehatiye kirin.

Herwiha Atîk diyar kir bêyî ku sindoqên dengdanê bêne danîn navê delegeyên ku têkiliya wan bi CHPyê re nîne hatiye nivîsandin.

Atîk diyar kir ku ew dê ti carî vê yekê nepejirîne.

“Tiştekî jî li gorî pîvanên partiya me çênekiriye”

Serokê CHPyê yê bajarê Amedê Abdullah Atîk wiha anî ziman:

“Recep tiştek jî li gorî pîvanên partiya me û rêziknameya me çênekiriye.

Li ti taxan sindoqên dengdanê dananiye û ji xwe re li ser maseyê rûniştiye û ev nav nivîsandine.

Ji ber vê yekê me got em vê kongreyê bi vî awayî qebûl nakin.”

Di van 30 salên dawiyê de CHPyê kongreyeke xwe ya mezin jî bê pirsgirêk nebiriye serî.

Di pêvajoyên hemû kongreyan de hem li navendê, hem jî li gelek navçe û bajaran dubendî çêbûne û kongreyên CHPyê bûne sedema nîqaşan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst