AMED – Mafnasan ji hikûmetê çareserkirina pirsgirêka Kurd xwestin

02-09-2019
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Parêzer û mafnasên li ber dadgeha Amedê civiyan û banga demokratîkbûnê li hikûmetê kirin
Parêzer û mafnasên li ber dadgeha Amedê civiyan û banga demokratîkbûnê li hikûmetê kirin
Nîşan Amed Baroya Amedê Pirsa Kurd
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Piraniya wan ji bajarên Bakurê Kurdistanê 41 baroyên parêzeran îro beşdarî merasima sala nû ya dadweriyê ku li Enqereyê li Qesra Serokomariya Tirkiyeyê pêk hat nebûn. Baroya Amedê jî ku yek ji wan baroyan bû merasima li qesra serokomariyê boykot kir, ji ber dadgeha Amedê bang li hikûmetê kir ku bihêle dadwerî serbixwe û bê alî be. Mafnasên li Amedê ji hikûmetê xwestin ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd jî gavên erênî bavêje.

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê sala nû ya dadweriyê bi awayeke fermî vebû. Lê nîqaşên li ser dadweriyeke serbixwe di navbera baro, mafnas, hikûmet û opozîsyonê de jî gurtir bûn. Cara yekemîn sala nû ya dadweriyê li qesra serokomariyê li Enqereyê pêk hat.

Li bajarên Kurdan û tirkan 81 baro hene û ji van 41 baro beşdarî merasima li qesra Serokomariyê nebûn. Parêzer û mafnasên li Amedê li ber dadgeha Amedê civiyan û banga demokratîkbûnê li hikûmetê kirin.

Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin got: “Me hemû baroyan ji bo demokrasiyê vexwendibû Amedê lê hemû baroyan biryar da ku li bajarên xwe banga dadweriyeke serbixwe bikin. Ev nêrîneke maqûl e. Em hemû baroyên ku neçûne Enqereyê, banga xwe kirin. Em dixwazin hikûmet, wezaret û daraz dadweriyeke serbixwe ava bike. Herwiha di mijara pirsgirêka Kurd de jî gavên çareseriyê bêne avêtin.”

Li gorî hin mafnasan Tirkiye ger dixwaze demokratîk bibe divê destpêkê rêya çareserkirina pirsgirêka kurd bide ber xwe û makezagoneke sivîl ku Kurdan nas dike binivîse. Ji bo vê yekê jî divê pêşî parlamenter û siyasetmedarên di girtîgehan de ne bên azadkirin.

Parêzerê Silhedîn Demîrtaş, Mehmed Emîn Aktar jî dibêje: “Meseleya Demirtaş girtina wî, darizandina wî meseleyeke siyasî ye. Ji bo sûcekî nayê sûcdarkirin. Demîrtaş wek rehîneyeke siyasî ye. Divê rojek berî rojê serbest bê berdan. Divê gav bêne avêtin. Ger gav neyên avêtin dadgeh bi serê xwe nikarin wî berdin.”

Partiya opozîsyonê Partiya Komarî ya Gel (CHP), HDP, ÎYÎ Partî û Partiya Saedetê di wê baweriyê de ne ku li Tirkiyeyê hiqûq ne serbixwe ye û hikûmet hiqûqê xistiye bin kontrola xwe. Lê AK Partî jî li dijî van rexneyan derdikeve û dibêje hiqûq tu caran weke îro serbixwe nebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst