Deriyê Sêmalkayê bi awayekî demkî ji tevgera bazirganiyê re tê girtin

02-06-2024
RÛDAW
Nîşan Deriyê Sêmalka-Peşabûrê Bazirganî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Deriyê Sêmalka-Peşabûrê yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de bi awayekî demkî ji tevgera bazirganiyê re tê girtin.

Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê ragihand ku hemû karê bazirganî, li Deriyê Sêmalka-Peşabûrê tê rawestandin.

Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê diyar kir ku ji sibeyê ve tevgera bazirganê dê li şû wî derî, bi Deriyê El-Welîdê re bê kirin.

Rêveberiya derî herwiah da zanîn ku ji ber çêkirina pira di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de wan ew biryar standiye.

Li gorî  Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê, dibe ku heta roja çarşemê karê çêkirina pirê berdewam bike.

Derbarê hatûçûna rêwiyan de jî, hat gotin ku Deriyê Sêmalka dê li pêşiya welatiyan vekirî be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst