Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erdîşê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di nav otomobîlekê de 10 koçber hatin girtin û şofêrê otomobîlê jî hat desteserkirin.
Qeymeqamtiya Erdîşê li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku tîmên girêdayî Rêveberiya Ewlehiyê ya navçeyê di têkoşîna li hemberî qeçaxçîtiya koçberan de li ser karê xwe berdewam in û di vê çarçoveyê de pişkînîn hatiye kirin.
Hat ragihandin ku di encama lêgerînê de di nav otomobîlekê de 10 koçberên ji Efxanistanê hatine girtin û piştî kar û barên yasayî ew ji bo Birêvebiriya Îdareya Koçê ya Wanê hatine şandin.
Her wiha şofêrê otomobîlê jî hatiye desteserkirin û karê yasayî berdewam e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse