Sîrwan Barzanî: Tirkiye nikare bêyî rizamendiya Iraqê sînor derbas bike

02-02-2022
RÛDAW
Nîşan Sîrwan Barzanî Mîhwera Giwêr-Mexmûr Hêzên Pêşmerge Tirkiye Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serpereştyarê Mîhwera Giwêr-Mexmûr a Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî derbarê êrişên Tirkiyê yên li ser Mexmûr û Şingalê tekez dike, ti hevahengiyeke Tirkiyê li gel Wezareta Pêşmerge nîne, lê bi gotina wî, bêyî agahdarî û rizamendiya Iraq û Hevpeymanan, Tirkiye nikare sînor derbas bike û wan êrişan pêk bîne.

Firokeyên şer ên Tirkiyê şeva derbasbûyî navçeyên Mexmûr û Şingalê ên Başûrê Kurdistanê û Dêrika Rojavayê Kurdistanê bi awayekî hevwext bombebaran kirin.

Serpereştyarê Mîhwera Giwêr-Mexmûr a Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî li ser van êrişên Tirkiyê, dawî pêşhat û liv û tevgera DAIŞê ya li herêmê beşdarî bultena 17.00 a Rûdaw TVyê bû û bersiva pirsên Şehyan Tehsîn da.

Cihên bûne armanca êrişan

Li gor gotina Sîrwan Barzanî hejmareke baregehên gerîlayên PKKê li rojhilatê kampa Mexmûrê û 3 xalên serbazî li çiyayê Qereçoxê hene û got, “xala kontrolê ya kampê û tunelek” jî hatin bombebarankirin.

Li ser ziyanên êrişên Tirkiyê, Sîrwan Barzanî diyar kir, li gor zanyariyên gihiştine destê wan, 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 15 kes jî birîndar bûne lê got, “em bi dirustî nizanin, çend ji wan ên xalên serbazî yên li çiya (Qereçox) û çend ên baregehên nav kampê ne.”

Serpereştyarê Mîhwera Giwêr-Mexmûr a Hêzên Pêşmerge, derbarê ziyana êrişên li ser Şingalê jî got, “Bi giştî li wan cihên hatine armanckirin 40 qurbanî hene.”

 

 

`Hevahengî li gel Pêşmerge nîne`

Sîrwan Barzanî diyar dike, ew cihên hatine bombebarankirin, tenê 500 metre ji sengerên artêşa Iraqê û derdora kîlometreyekê ji sengerên Pêşmerge dûr in, lê diyar kir ku ti ziyanek negihiştiye Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê.

Li ser pirsa “Gelo berî van êrişan ti agahdariyek tê kirin an hevhangiyek heye?” Sîrwan Barzanî tekez dike ku Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ti hevahengî li gel Wezareta Pêşmerge nîne û û dibêje, "em agahdar nînin ka hevahengî li gel Wezareta Berevaniya Iraqê heye yan na, lê egera wê zêde ye ku hebe, ji ber ku hatina wan firokeyan bo nav esmanê Iraqê, bêyî molet karekî hêsan nîne.”

Artêşa Tirkiyê di van heyamên dawî de piraniya êrişên xwe bi rêya firokeyên bêfirokevan dike, lê Sîrwan Barzanî dibêje, êrişa duh a li ser Mexmûr û Şingalê bi firokeyên şer ku dibe F-16 bin, hat kirin.

Liv û tevgera DAIŞê

Serpereştyarê Mîhwera Giwêr-Mexmûr a Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî di dewama axaftina xwe de ragihand ku liv û tevgera çekdarên DAIŞê jî li wê herêmê zêde bûye.

Nêzikî 2 hefte berî niha, çekdarên DAIŞê êrişê zindana Sînaa ya li Hesekê kirin û li gor zanyariyan beşeke çekdarên DAIŞê ji wê zindanê reviyane û hinek ji wan derbasî nav sînorê Iraqê bûne.

Sîrwan Barzanî li ser vê mijarê jî amaje bi wê kir, tevî ku sînorê Iraqê ji %90 hatiye kontrolkirin “lê dîsa jî hinek cih hene ku bi temamî nehatine kontrolkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst