Roja Kobaniyê: ‘Îradeya azad ji hemû tehdîdan bihêztir e’

2 demjimêr berê
Nîşan Mazlûm Ebdî Roja Cîhanî ya Kobaniyê Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mezlûm Ebdî bi minasebeta Roja Cîhanî ya Kobaniyê got, “Werin, em di bîra dijminan bînin ku îradeya azad ji hemû tehdîdan bihêztir e.”

Îro Roja Cîhanî ya Kobaniyê ye.

Ji sala 2016an ve 1ê Çiriya Paşîn wekî Roja Cîhanî ya Kobaniyê tê pîrozkirin û li Kurdistanê û seranaserê cîhanê gelek çalakî tên lidarxistin.

“Werin em di bîra dijminan bînin ku îradeya azad ji hemû tehdîdan bihêztir e”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi rêya hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:

“Em di roja Cîhanî ya Berxwedan û Piştgiriya Kobaniyê de ducare dikin, em pêbendî wan kesan in ku ji bo berbelavbûna ewlehiyê bi terorê re têdikoşin.

Werin em bi hev re nirxên mirovî careke din zindî bikin û di bîra dijminan bînin ku îradeya azad ji hemû tehdîdan bihêztir e.

Werin em pişta hevdû bigirin û ji bo cîheneke ewletir û adiltir bixebitin.”

DAIŞê 15ê Îlona 2014an, bi çekên giran êrişeke giran bire ser bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê û derdora bajêr.

DAIŞê derdora ji sedî 80yê bajarê Kobaniyê kontrol kir û nêzîkî 500 hezar kesî koçber û derbider bûn.

1ê Çiriya Paşîn a 2014an li seranserê cîhanê êrişa hovane ya DAIŞê hat şermezarkirin û gelek ciwanên Kurd ji bo berxwedanê derbasî Kobaniyê bûn.

Berxwedana Kobaniyê 134 rojan ajot û 26ê Kanûna Paşîn a 2015an, bajarê Kobaniyê bi temamî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst