Zanayên olî li Amedê civiyan: ‘Qedexekirina Kurdî dibe înkara ayeta Xwedê’

01-10-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Zanayên olî li Amedê civiyan
Zanayên olî li Amedê civiyan
Nîşan Zanayên Olî Amed Hevdîtina Yekîtiya Zana û Medreseyan
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê 8emîn Hevdîtina Yekîtiya Zana û Medreseyan hat lidarxistin û zanayên olî xwest di makezagona Tirkiyeyê de zimanê Kurdî bibe duyemîn zimanê fermî.

Li Amedê 8emîn Hevdîtina Zana û Medreseyan hat lidarxistin û ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî zanayên olî di hevdîtinê de amade bûn.

Alim û zanayên ku beşdarî hevdîtinê bûn xwest hemû qedexeyên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin û zimanê Kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê perwerdeyê.

Di hevdîtina zanayên olî de li ser 11 pirsan gotar hatin pêşkêşkirin.

Yek ji wan pirsên ku hat nîqaşkirin jî pirsa Kurd bû. Baş e li gorî Îslamê divê pirsa kurd çawa bê çareserkirin?

“Bila Kurdî jî wekî Tirkî bibe zimanê fermî”

Cîgirê Serokê Yekitiya Zana û Medreseyan (Îtihadul Ulema) Mele Beşîr Şîmşek ji Rûdawê re got:

“Em dibêjin di xwendinê de lazim e zimanê Kurdî wekî zimanê Tirkî zimanê xwendinê be. Divê bi qanûnî wisa be.

Em dibêjin bila zimanê Kurdî wekî zimanê Tirkî duyemîn zimanê fermî be. Bi qanûn be divê. Ji berê de, di dema Osmaniyan de jî navê vê cografyayê Kurdistan bû. Divê ev bê qebûlkirin.”

Ji bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê jî gelek zanayên olî di hevdîtin û dîdarê de cihê xwe girt.

Piraniya wan jî heman tişt xwest “Bila beriya her tiştî qedexe û astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê Kurdî bê rakirin.”

Zanayê olî Mele Evdilqudus got, “Wexta ku îslam hebûna dê zimanê Kurdî di dibistanê de, di medreseyan de, di mehkemeyan de hebûna. Ev ziman dê nehata qedexekirin. Lewre di îslamê de qedexekirina ti zimanekî nîne.”

“Divê heqê Kurdan bê dayîn”

Derbarê mijarê de zanayê olî Mele Mistefayê Arwasî jî got:

“Divê li vê dewletê û di hemû dewletan de jî heqê Kurdan çi ye heqê wan bê dayîn.”

Zanayê olî Seydayê Mele Mihemed jî got, “Xweda em Kurd çêkirine. Gerek em bi zimanê xwe biaxivin, em bi zimanê xwe perwerde bin.”

Dema dibêjin zanayên olî gelek caran meleyên navsere têne bîra mirovan lê di hevdîtina zanayên olî de gelek meleyên ciwan jî hebûn.

Wan ji bo rakirina astengiyên li pêşiya Kurdî bang li dewletê û ji bo xwedîderketina li zimanê Kurdî jî bang li Kurdan kir.

“Her zimanek ji ayeteke Xweda ye”

Zanayê olî Ebubekîr Aslan jî diyar kir ku her zimanekî ji ayeteke Xweda ye û wiha pê de çû:

“Dema zimanek hat qedexekirin, haşa ev neqebûlkirina wê ayetê ye. Dema ev neyê qebûlkirin haşa dibe înkara ayeta Xwedê.”

“Bi zarokan re bi Kurdî biaxivin”

Zanayê olî Mihemed Muhdî jî  diyar kir ku  banga wî ev e ku mirov di mala xwe de bi Kurdî bi zarokên xwe re biaxivin û got:

“Çimkî dema bi Kurdî neyê axaftin Kurdî namîne. Ev mesele jî wê çaxê tenê dimîne wekî meseleyeke siyasî.”

Par jî li Amedê hevdîtina 7emîn hatibû lidarxistin.

Ji ber ku zanayên olî ji dewleta Tirkiyeyê xwestibû mafên Kurdan nas bike, nîqaşên di wê hevdîtinê de di medyaya Kurdî û ya Tirkiyeyê de gelek deng dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst