Heşda Şeibî derbarê êrişa mûşekî ya Hewlêrê de daxuyanî da

01-10-2020
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Herêma Kurdistanê Heşda Şeibî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Operasyonên Neynewa ya Heşda Şeibî derbarê mûşekbarana şeva derbasbûyî ya li Hewlêrê de daxuyaniyek belav kir.

Fermandariya Operasyonên Neynewa ya Heşda Şeibî ragihand ku wan pêdeçûnek li ser lêdwan û helwestan kiriye derbarê arastekirina mûşek û armanckirina Hewlêrê û “em dax û sersamiya xwe derbarê hinek karvedanên bilez derdibirin û ronî dikin, ku ew navçeya mûşek tê de arasteyî Hewlêrê hatine kirin, navçeyeke çol e û dikeve navbera sêgoşeya artêş, hêzên Heşda Şeibî û Hêzên Pêşmerge.”

Her di wê beyannama xwe de Fermandariya Operasyonên Neynewa ya Heşda Şeibî got, wan lêkolîn derbarê bûyerê de kirine, di kamerayan de wêneyê wê otomobîlê derdikeve ku mûşek hilgirtibûn.

Di daxuyaniyê de tê gotin fermna bi Farmandariya Lîwa 30 a Heşda Şeibî hatiye dayîn lêkolîn û pêdaçûnekê derbarê ew ê new mûşek araste kirine lêkolîn bê kirin û em “dê piştre cihê tevgerkirina otomobîlê û ew aliyê ku dever di bin kontrolê de ye aşkere bikin.”

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê şeva derbasbûyî, 6 mûşek li nêzik baregeha Hizba Demokrata Kurdistana (HDK) û li nêzikî hêzên Hevpeymanan ên li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ketin xwarê.

Dije Terora Herêma Kurdistanê jî wêneyên wê wesayîta ku mûşek jê hatine avêtin belav kir û aşkere kir ku milîsên Heşda Şeibî 6 ji nêzikî Mûsilê 6 mûşek rasteyî Firokexaneya Hewlêrê kirin.

Dije Terora Herêma Kurdistanê ragihand, 6 mûşek ji derveyî Hewlêrê ve hatine avêtin, li dûrî balafirxaneya Hewlêrê li cihekî çol ketine, ti ziyanên canî nebûne. Li gorî daxuyaniya Dije-Terora Herêma Kurdistanê, ji wan 6 mûşekan 2 neteqîne.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di derbarê mûşekbarana li Hewlêrê daxuyaniyek da û ragihand, ew mûşek li ser otombîleke pîkap, li sînorê Bertille di navbera her du gundên Şêx Emîr û Tercile de hatine avêtin. Ew dever jî dikeve sînorê Lîwaya 30 ya Heşda Şeibî.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Wayne Marotto di twîtekê de li ser wê êrişê ragihand, raportên wan ên destpêkê amaje bi wê dikin ku ti mûşekek li nav binkeya hêzên wan neketiye û got, “ti ziyaneke canî û maddî çê nebûye.”

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û êrişa bi mûşekan şermezar kir û aşkere kir wî peywendiyeke telefonî li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî encam daye.

Mesrûr Barzanî got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti corek hewleke ji bo têkdana seqamgiriya Kurdistanê qebûl nake û bersiva me jî bo vê yekê tund dibe.”

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand ku mûşekbarana li nêzikî Firokexaneya Hewlêrê ji aliyê grûpeke terorîstî ve hatiye encamdan û aşkere jî kir derbarê berpirsê wê navçeya ku mûşek jê hatine avêtin de biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

Berdevkekî Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de derbarê êrîşa mûşekan a ser Hewlêrê,  ji Rûdawê re ragihand, ew agadarî wan nûçeyan e ku behsa êrîşa bi rokêtan ya li Hewlêrê dikin û ew dişopênin. Li gor daxuyaniya wezaretê bo Rûdawê, Ti ziyanek ne gihiştiye balyozxaneya Amerîka û stafê wê li Hewlêrê û ew lêkolînan dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst