Kî dê guhê Bexdayê bikişîne?

28-02-2024
Nîşan Bexda Herêma Kurdistanê Macaristan Yekîtiya Ewropayê
A+ A-

Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) biryar da ku 50 milyar euroyî wekî alîkarî ji Ukraynayê re bişînin. Çima? Ji bo ku xizmetguzariyên sereke ji bo welatiyên Ukraynayî di dema şer de jî berdewam bikin.

Min ev yek bi rewşa niha ya Herêma Kurdistanê re ku ji bo mûçeyan çavên wê li destê Bexdayê ye, da ber hev.

27 welatên Ewropayî biryarê didin ku ew qas pereyan ji welatekî cîran re bişînin ku ne endamê yekîtiya wan e jî. Ji bo ku mûçe û xizmetguzarî bi wan pereyan werin dabînkirin lê belê hikûmeta Îraqê ku qaşo Başûrê Kurdistanê ne ku cîrana wê ye, li şûnê wekî beşekê ji dewleta xwe dibîne, tewra mûçeyan jî bi awayekî rêkûpêk ji gelê wê re naşîne û wan birçî dike.

Em sedemên siyasî yên li pişt van her du biryaran dizanin û ez naxwazim danberhevê li vir bikim lê ji ber ku ez gelek caran di dema wan biryardanên girîng de li Brukselê bûm û min ev bûyerên girîng rûmal kirin, ez dixwazim ji we re rave bikim ka Ewropayî çawa biryarê li ser van tiştan didin.

Berî her tiştî, divê bê zanîn ku di hikûmeta welatekî Ewropayî de biryardan ji biryardana li rêzesaziyên aloz ên wekî YEyê pir hêsantir e, ji ber ku di hikûmetan de encûmenên wezîran û parlamento hene.

Her biryareke ku tê dayîn ji aliyê kesên ku hikûmet ava kirine ve tê amadekirin, ew bi xwe jî lê dikolin û dişînin parlamentoyê.

Li wir du sê eniyên li ser biryarê nakok di asteke bilind de gengeşeyan dikin û di dawiyê de digihin encamekê lê li salên ku ez li Brukselê yan jî li Strasburgê diçûm civînên bilind ên Ewropayê û bi serkirde, parlamenter û hevkarên xwe yên Ewropayê re diaxivîm, min fêm kiribû ku ji bo derxistina her biryareke girîng di wê yekîtiyê de, divê her 27 welatên endam werin razîkirin.

Ango ger 26 welatên endam razî bin lê yek ji wan bibêje na, dibe mîna darikê hewdelê û rewş vedigere xala sifirê.

Ji bo meseleya şandina alîkariyên nû ji Ukraynayê re jî heman tişt qewimî. Demeke dirêj bû ku Macaristanê ev biryar asteng kiribû û nedihêla ku derbas bibe. Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban wekî dostê herî nêz ê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di YEyê de tê naskirin.

Loma hemû lîderên Ewropayê hewl dida ku Orban qayîl bikin da ku razî bibe ku 50 milyar euroyên behskirî werin peydakirin. Mesele gihîşt asta ku welatên din ên endamên YEyê gef li Orban xwarin û wan jê re got ku welatên din ên Ewropayê dê cezayên aborî yên tund li ser Macaristanê ferz bikin.

Bêguman, niha jî gelek pereyên ku divabû Macaristan ji YEyê wergire, ji ber nîşeyên qanûnî û siyasî yên li ser awayê rêveberiya Orban hatine astengkirin û jê re nayên şandin.

Bafika Orban a nerazîbûna li ser şandina pereyan ji Ukraynayê re, pir dişibiya bafikên berpirsên Îraqê yên neşandina pereyan ji bo mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê. Xwedêgiravî têbîniyên Orban li ser çawaniya xerckirina pereyan li Ukraynayê hebûn, rabû YEyê jî ji ber têbîniyên xwe yên li ser şêwaza rêveberiya Orban pereyên Macaristanê asteng kir!

Lê ya ku di dawiyê de pirsgirêk çareser kir zext, gef û rûniştandina Orban li ser dûvê wî bû! Vê yekê kir ku Ukraynayî bêxem bibin ku adara bê, bi şandina 4 milyar û 500 milyon euroyan, YE dê mûçe û xizmetguzariyên wan ji bo demeke dirêj garantî bike.

Xweziya bi rewşa Ukraynayiyan! Lê bi dîtina we, ma kesek heye ku ji bo gelê Herêma Kurdistanê jî karibe bi guhkişandin û rûniştandina Bexdayê li ser dûvê wê, mûçe û qûtê rojane ji gelê Kurdistanê re misoger bike?

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst