Efrîn - Çekdar zeytûnan didizin: Xelk newêre gilî bike

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Efrîn Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê binpêkirin, dizî û girtin û revandina Kurdan a ji aliyê grûpên çekdar ve berdewam dike.

Grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê li herêma Efrînê ya dagirkirî dest datînin ser mal û milkên Kurdan, zeytûnên wan didizin û bi awayekî kêfî wan digirin û direvînin.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), grûpa Siltan Silêman Şah ku wekî grûpa Emşatê jî tê zanîn li gundên Sinara, Qermetle û Ernedayê yên navçeya Şiyê berhemenên 100 darên zeytûnan ên gundiyan dizîne.

Her wiha SOHRê da zanîn, gundî ji tirsa ku bên girtin newêrin giliyê çekdaran jî bikin.

Li aliyê din, li navçeya Bilbilê jî çekdarên grûpa Suqûr Heyanê berhemên 910 darên zeytûnan 4 Kurdên ku ji wê derê bi zorê hatine derxistin, li beramberî 4 hezar dolarî firotine hevalbedên xwe.

Li ber çavên leşkeran diziyê dikin

Di bûyereke din de, tevî ku navendên leşkerî û xalên pişkinînê yên polîsên leşkerî hebûn jî bêyî midaxaleya wan, grûpeke jin li rojhilatê taxa Eşrefiyeyê berhemên zeytûnan dizîn.

Her wiha ofîsa çandiniyê ya “Lejyon El-Şam” ji bo şewitandinê li gundê Îskayê yê Efrînê 90 darên zeytûnan birîn.

Ew darên ku kirin êzing dê li bazarên Efrîn û Ezazê bên firotin.

Li hemberî van binpêkirinên berdewam, hêzên Tirkiyeyê û dezgehên wê yên ewlehiyê ne midaxeleyî van binpêkirina dikin û ne jî guh didin gilî û daxwazên xelkê.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîn a 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst