Li Kirmaşanê erdhej: Başûrê Kurdistanê jî hejiya

01-07-2024
Nîşan Kirmaşan Erdhej Germiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,5an çêbû û herêma Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê jî hejiya.

 Erdhejê şeva borî saet 23:58an rû da û mezinahiya wê 4,5 bû.

Pirsporê erdhejan Mihemed Kemal ji Rûdawê re da zanîn ku navende erdhejê herêma Zehawê ya Kirmaşanê bûye.

Mihemed Kemal got ku mezinahiya erdhejê 4,6 û kûrahiya wê jî 10 kîlometre bûye.

Mihemed Kemal da zanîn ku erdhejê di serî de Kelar, hinek deverên Başûrê Kurdistanê yên wekî Kerkûk, Koye û Çemçemalê hejandine.

Malpeya “VolcanoDiscovery”ê jî diyar kir ku mezinahiya erdhejê 4,5 bûye.

Heta niha li ser xisar û ziyanên erdhejê ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst