Dêrsim: Di Cejna Qurbanê de bi sedan geştyaran serdana Duzgin Bawo kirin

01-07-2023
Elî Heyder Gozlu
Dêrsim: Di Cejna Qurbanê de bi sedan geştyaran serdana Duzgin Bawo kirin
Dêrsim: Di Cejna Qurbanê de bi sedan geştyaran serdana Duzgin Bawo kirin
Nîşan Duzgin Bawo Dêrsim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêrsimê di Cejna Qurbanê de hejmara geştyaran zêde bûye. Yek ji geştyaran ji Almanyayê hatiye kêfxweşiya xwe tîne ziman ku serdana wê navçeyê kiriye. Ligel geştyarên derveyî Tirkiyê hejmarek zêde geştyarên ji parêzgehên Tirkiyê jî di betlaneya xwe ya cejnê de li Dêrsimê bûn.

Li ber xûşexûşa avê û di nav dîmenên bêhempa de betlaneya xwe ya cejnê derbas dikin. Li navçeya Qisle ya ser bi parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê geştyarên navxwe û biyanî serdana Bawe Munzur kirin.

Yek ji geştyara ji Almanyayê hatiye kêfxweşiya xwe tîne ziman ku serdana vê derê kiriye.

Geştyarekî got, “Em li derveyî welêt, li Almanyayê dijîn û em çend salan carê têne vir. Em ji bo gerê hatine û dixwazin vir jî bibînin. Em pir kêfxweş in ku hatine vir.”

Ligel geştyarên derveyî Tirkiyê hejmarek zêde geştyarên ji parêzgehên Tirkiyê jî di betlaneya xwe ya cejnê de li Dêrsimê bûn.

Geştyarekê got, “Ez berê nehatibûm lê hevala min ji vê derê ye û gelekî behs kiribû. Min dîmenên vê derê dîtibûn û min got divê ez biçim wê derê. Bi rastî gelekî xweşe û dixwazim her car bêm vê derê.”

Li Duzgin Bawo ji bo Elewiyên Dersîmî û yên ku ji derve hatine qurbanên xwe serjê dikin û ji bo hezkiriyên xwe muman pê dixin û duayan dikin.

Dedeyê Cemxaneya Duzgun Bawo amaje bi wê yekê dike ku salane bi hezaran kes serdana vê derê dikin û ji bo çareseriya derdê xwe bi hêvî dibin.

Dedeyê Cemxaneya Duzgin Bawo Kazim Açiktepe got, “Ji wê rojê heta îro kê mucîzeya Duzgun Baba bihîstiye, bi taybetî yên li vê deverê, kesên din jî yên bê zarok û yên ku pirsgirêkên wan hene, teqez tên Duzgun Baba. Navê piraniya xelkê Dêrsimê û yên Kirmancan Duzgun e. Her roj mirov têne vir, lokmayan dixwazin. Em jî lokmayan didin xelkê. Me qurbanên ku par berhev kiribûn dianîn gund û li malan belav dikirin. Em ê îsal bibin gundan û bidine malan.”

Geştyarê ji Stenbolê hatiye dibêje ew her sal bo nerîta xwe berdewam bikin serdana parêzgehê dikin û li gor pêwîstiya baweriya xwe tevdigerin.

Geştyar Riza Gurmuş got, “Em bi malbatî ji Stenbolê hatin. Me xwest di Cejna Qurbanê de li Duzgin Bawo qurbanê serjê bikin. Em ê piştre derkevin lûtkeyê. Bi hêviya xwedê emê sala bê jî serdana vê derê bikin.”

Parêzgeha Dêrsimê yek ji wan parêzgehane ku her sal bi hezaran geştyarên biyanî û navxwe serdan dikin daku bi taybet cihên pîroz yên baweriya Elewîtiyê bibînin.

Li gor amarên Parêzgariya Dêrsimê sala borî zêdeyî 2 milyon geştyaran serdana parêzgehê kiriye û tê çaverêkirin îsal ev hejmar zêdetir bibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst