Parêzgarê Urmiyê: Rewşa perwerdeyê li parêzgehê xirab e

01-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Umriyê ragihand, rewşa perwerde û xwendina bilind li wê parêzgehê nebaş e û got, pêwîstiya parêzgeha Urmiyê bi 9 hezar mamosta û hêza kar a perwerdeyê heye.

Parêzgarê Urmiyê, Mihemed Sadiq Muitemidiyan şeva derbasbûyî li gel berpirsên Zanîngeha Ferhengiyan a bajarê Urmiyê civiya.

Wî ji berpirsan xwe girîngiyê bidin kêşeyên zanîngehan, ji ber ku kêmasî û kêşeyên di perwerde û zanistê de dê bibin astengî li pêş geşekirinê û dê bibin sedema efnflasiyon û bêkariyê.

Muitemidiyan got, “Parêzgeha Urmiyê di warê geşekirinê de bi tayetbet jî geşekirina warê perwerdeyê, di rêzbenda herî dawî ya Îranê de ye, û  pêwîstiya wê bi 9 hezar kes hêza kar a perwerde û kultûrî heye.”

Li herdu beşên jinan û mêran a Zanîngeha Ferhengiyan a Urmiyê, 2828 xwendekar dixwînin, ku 1700 kes di beşa mêran de û 1128 kes jî di beşa jinan de mijûlî xwendinê ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst