HSD dixwaze bi taybetiyên xwe tevlî artêşa Sûriyeyê bibe

11-02-2025
Hisên Omer
Civîna HSDyê / Wêne: Ji dîmenan
Civîna HSDyê / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan HSD Sûriye Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dixwaze bi taybetiyên xwe tevlî artêşa Sûriyeya nû bibe.

Hikûmeta Sûriyeyê biryar daye ku komên çekdar nemînin û hemû bikevin nava artêşê lê hîn ew komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike mane û êrişî wan çekdaran ên li Bendava Tişrînê berdewam dikin.

Gelek dosyayên girîng hene ku li benda çareserkirinê ne û yek ji wan doza Kurdan û çarenivîsa HSDyê ye.

HSD dixwaze wekî xwe bibe beşek ji Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê.

Li aliyê din, Durziyên ku xwedî rêveberiyeke xweser in û hêzên wan yên leşkerî hene red dikin ku tevlî hikûmetê bibin û dixwazin ku Sûriye bibe welatekî nenavendî.

Hesabê malê û bênderê li hev nehat

Di civîna hêzên leşkerî ya birêvebirya nû ya Sûriyeyê de biryara nemana hemû aliyên leşkerî hat dayîn lê hesabê malê û bênderê li hev nehat.

Heta niha li ser erdê tiştekî cidî neguheriye. Artêşa Niştimanî ku fermandarên wê beşdarî biryara hilweşandinê bûn, heta niha şerê hêzên HSDyê dike.

Li ser Dosyeya HSDyê jî di navbera Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyên Ehmed Şer de di asta herî bilind de dan û standinên hûr tên kirin.

“HSD dixwaze wekî xwe di nav sîstema parastinê de cih bigire”

Çavkaniyeke agahdar ji nav HSDyê derbarê helwesta HSDyê ji Rûdawê re got:

"HSD dixwaze wekî kutleyeke di nav sîstema parastina Sûriyeyê de cih bigire ku sîwana wê ya giştî Wezareta Parastinê be.

Wate teşkîlatên HSDyê tevî lîwa û fewcan wekî xwe bimînin û bi awayê fermî tevlî Wezareta Parastinê ya Sûriyê bibin.

Ji bo sînor jî mirov dikare ji nav HSDyê hêzekê derxe, ew hêz rasterast girêdayî Şamê be.

Wezîfeya wê hêzê rola parêzvanên sînor bibin û ji xelkê herêmê bin. Li her herêmê, ne tenê herêmên Kurdan.

Wate, li Kobaniyê zarokên Kobaniyê bin parêzvanên sînor. Li Ezazê, zarokên Ezazê bin, li her herêmê hêzek ji xelkê wê bê avakirin û rasterast girêdayî Wezareta Parastinê be."

“Her tişt wekî berê ye”

Fermandarê Artêşa Sûriyeya Azad jî beşdarî civîna hilweşandina komên çekdar bûbû lê çavkaniyekê ji nav artêşa navborî ji Rûdawê re got:

"Heta niha tiştek ji bo me nehatiye guherîn û her tişt wekî berê ye. Erka me parastina sivîlan e çi li herêma me be û çi li derveyî wê be.

Hebûna hêzên Amerîkayê girîng e. Amerîka alîkariya gelê Sûriyeyê kir û çalakiyên DAIŞê kêm kirin.”

Li Siweydayê jî li başûrê Sûriyeyê, aliyên siyasî û leşkerî red dikin ku hêzên xwe hilweşînin û ew tekeziyê li ser taybetiyên xwe dikin.

“Siweyda dê di bin kontrola hêzên parastina xweser de bimîne”

Kordînatorê Komeleya Sûriyeyiyên Sekuler ên Demokrasîxwaz Semîr Ezam ji Rûdawê re got:

“Em li Siweydayê nikarin dan û standinan bi hikûmeteke bi vî şêweyî re bikin.

Siweyda dê li bin kontrola hêzên parastina xweser bimîne heta ku xelkê Sûriyê bigihêje çareseriyekê.

Bi baweriya me çareseriya guncav ji bo krîza Sûriyeyê, Komara Sûriyeyê ya Federal e ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê bide wan û taybebetiyên wan biparêze da ku di warê aborî, siyasî û civakî debiryarê li çarenivîsa xwe bidin.”

Li Sûriyeyê nebûna baweriya di navbera aliyên cuda de, nezalaliya sîstema siyasî û tirsa ji tekrewî û tekdestiyê astengiyan li pêş hevtêgihiştin û rêkeftinên giştgîr durist dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst