Hezex: Jineke Suryan wekî şaredar hat hilbijartin

01-04-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Suryan Turkan Kayir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Hezexê namzeda Suryan a DEM Partiyê wekî şaredar hat hilbijartin.

Li navçeya Hezexê ya parêzgeha Şirnexê namzeda Suryan a DEM Partiyê Turkan Kayir li gorî encamên nefermî di hilbijartinên herêmî de bi ser ket û bû tekane Suryan ku dê şaredariyê bike.

Turkan Kayira ku salên dirêj e li Almanyayê dijî ji bo hilbijartinan vegeriya û ji sedî 71.27ê dengan bi dest xist û bû Şaredar.

Beriya niha tenê di salên 1966 û 1979an de li Hezexê Şukru Tutuşê ku ew jî Suryan bû şaredarî kiribû.

Tutuş 17ê Hezîrana 1994an li Hezexê di encama êrişeke kiryarnediyar de hatibû kuştin.

Turkan Kayir kî ye?

Turkan Kayir sala 1972yan li navçeya Hezexê ya Şirnexê ji dayik bûye.

Wê dibistana seretayî û navînê li heman navçeyê xwendiye.

Perwerdeya lîseyê jî li Almanyayê bi dawî kiriye.

Turkan Kayir zewicî ye û 3 zarokên wê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst