Rojnameger Silêman Gero li Hewlêrê koça dawî kir

01-04-2024
RÛDAW
Rojnameger Silêman Gero li Hewlêrê koça dawî kir
Rojnameger Silêman Gero li Hewlêrê koça dawî kir
Nîşan Silêman Gero Koça Dawî Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameger Silêman Gero ku ev 5 sal bûn ji ber nexweşiya pençeşêrê li ber xwe dida, koça dawî kir.

Rojnameger Silêman Gero li Hewlêrê koça dawî kir û cenazeyê wî Goristan Dara Tûyê ya Hewlêrê hat veşartin.

Silêman Gero xelkê bajarê Kobaniyê bû, yek ji damezrênerên Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistan-Sûriye bû.

Berî ku koça dawî bike, gelekî hewl da ku rêxistinek wî bibe Ewropayê û li wir were dermankirin lê ti rêxistin an saziyeke navneteweyî alîkariya wî nekir.

Silêman Gero sala 1969an ji dayîk bûbû û li zanîngeheke Bêrûtê beşa derûnnasiyê xwendibû.

Silêman Gero ji sala 2008an ve li Başûrê Kurdistanê dijiya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst