Li Rojavayê Kurdistanê revandina sivîlan zêde bûye

01-03-2024
RÛDAW
Welatiyê ku ji aliyê HSDyê ve hatiye rizgarkirin/Wêne: SDF Press
Welatiyê ku ji aliyê HSDyê ve hatiye rizgarkirin/Wêne: SDF Press
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Revandina Welatiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistan û navçeyên Rêveberiya Xweser revandina sivîlan zêde bûye.

Li bajarê Reqayê yê bakurrojhilatê Sûriyeye, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) welatiyekî ku ji aliyê grûpeke çeteyan ve hatibû revandin rizgar kir

Li Reqayê grûpeke çeteyan 12ê Sibatê bi otomobîleke spî rê li ber Xwediyê Firne û Cihê Şêrîniyên Daliyê Hesen Salih Xelef Dalî girt.

Çeteyê ew revand û bir cihekî nediyar.

Piştre ji aliyê HSDyê ve hat rizgarkirin û endamên çeteya tawankar jî hatin desteserkirin.

"Hêzên Sûriyeya Demokratîk ez rizgar kirim”

Welatiyê rizgarkirî Hesen Salih Xelef Dalî got, “4 Kesan ez girtim û çav û destên min girê dan û wan gelekî li min da û şkence li min kir.

Piştre ez birim malekê û xistim zindanekê. Li ser min dest bi lêkolînê kir û 500 hezar dolar fidye ji min xwestin.

Min got ev pere li ba min nînin, wan careke din çend rojan şkence li min kiri piştre ji 500î daketin 300 hezar dolarî, min jî pêwendî li gel malabata xwe kir bo dabînkirina wan pereyan.

Wan ji min fêhm kir ku ez hatime revandin, ez wiha mam heta Hêzên Sûriyeya Demokratîk ez rizgar kirim.”

Li bajarê Minbicê jî 24ê Sibatê, zarokekî 5 salî yê bi navê Hemûdî Ednan Seîd ji aliyê çeteyan ve hat revandin.

Asayîşa Rêveberiya Xweser ji aliyê bavê wî zarokî ve hat agahdarkirin.

Asayîşê dest bi lêgerîn û şopandinê kir, di encamê de zarokê revandî li nav malekê ji destê çeteyê rizgar kir û endamên çeteyê desteser kirin.

Bavê zarokê rizgarkirî Ednan Seîd wiha anî ziman, “Demjimêr 2yê esirê piştî nîvro, xêzana min telefonî min kir, got kurê te Hemûdî ji aliyê hinek kesan ve bi otomobîlekê hat revandin.

Ez çûm ba beşa Rûbirûbûna Tawanê ya Asayîşê. Min hemû zanyarî derbarê otomobîlê de dan wan.

Demjimêr 7 û nîvê êvarê beşa Rûbirûbûna Tawanê ya Asayîşê ez agahdar kirim, Wan got were me kurê te rizgar kir.

Demjimêr 7 û 45 deqeyan min kurê xwe wergirt.”

Li Sûriye û Rojavayê Krudistanê revandina zarokan

Li gorî rêxistinên mirovî yên pêwendîdar ên Sûriyeyê, piştî derketina şerê navxweyî diyardeya revandina sivîlan ji bo bidestxistina fidiyeyê ket rojevê.

Ji sala 2022yan heta niha, li navçeyên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve zêdeyî 150 kesî, li navçeyên hikûmeta Sûriye nêzîkî 100 kesî û li navçeyên Rêveberiya Xweser zêdeyî 50 kesî ji aliyê grûpên çekdar û çeteyan ve hatine revandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst