Li Geverê bi dehan kûçik kuştî hatin dîtin: ‘Em îdiayan red dikin’

01-02-2025
Ferdî Sak
Hevserokê Şaredariya Geverê Şoreş Dîrî  / Wêne: Rûdaw Grafîk
Hevserokê Şaredariya Geverê Şoreş Dîrî / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Gever Kûçik
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê li zibildanê bi dehan kûçik kuştî hatin dîtin û bû sedema nerazîbûna ajeldostan.

Li zibildaneke mezin a Geverê kûçik hatine parçekirin xwelî û ax hatine avêtina ser wan.

Heta niha nayê zanîn ka ev kûçik ji aliyê kê ve hatine kuştin.

Piştî belavbûna dîmenên kûçikên kuştî, Şaredariya Geverê hat armanckirin û bi xemsariyê hat tohmetbarkirin.

Hevserokê Şaredariya Geverê Şoreş Dîrî ji Rûdawê re got:

“3-4 roj berê hinek kûçikên mirî hatin dîtin lê haya şaredariyê ji van kûçikan nîne.

Xelkê gundên derdorê kûçikan tînin û diavêjin vê derê.”

“Berpirsyariya şaredariyê nîne”

Dîrî da zanîn ku li ser medyaya civakî kampanyayeke lîncê li dijî şaredariyê tê meşandin û anî ziman:

“Em van hemû îdiayan red dikin û qebûl nakin.

Ti berpirsyariya şaredariyê di mirina wan kûçikan de nîne.”

Hevserokê Şaredariyê diyar kir ku wan ji bo kûçik û ajelên li kolanan navendek vekiriye û tê de derdora 150 kûçikî tên xwedîkirin û çavdêrîkirin.

Hevserokê Şaredariya Geverê Şoreş Dîrî da zanîn:

“Cihê me yê kûçikan heye. Em kûçikên kolanan dibin wê derê û veterînerên me wan derman dikin.

Xwarin û vexwarina wan, her tişt heye. Tîmên me niha li hemû taxên Geverê dixebitin.

Li ser van kûçikan hêla me ya telefonê ya îxbarê heye kî li me bigere hevalên me diçin û wan kûçikan tînin navendê.

Hemû jî zindî ne û derdora 150 kûçikî ne.”

Lêkolînên Şaredariyê yên li ser kuştina kûçikan berdewam dikin.

Li Geverê 18ê meha borî Eslem Tekera 12 salî di êrişa kûçikên bêxwedî de canê xwe ji dest dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst