Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê di navbera rayedarên herêmê û xwediyê projeyan de nakokiyeke mezin derket.
Qeymeqamê Xaneqînê û parlamenterên Kurd ên li Parlamentoya Îraqê çûn şantiyeya projeyê û ragihand ku ev proje ne qanûnî ye û dê dest bi pêvajoya rawestandina projeyê bikin.
Veberhêner jî diyar kir ku tapoya wî ya fermî heye û dê bi rêyên qanûnî li mafê xwe bigere.
Li başûrê Xaneqînê li ser 2 hezar û 170 donim erd, ji bo avakirina 400 dikanên bazirganiyê ku berê hatibû destpêkirin îdiaya ku qaçax e hat ragihandin.
Li gorî agahiyan, tevî ku ji sedî 15ê projeyê hatiye temamkirin jî rayedarên herêmê ji bo rawesrandina binpêkirinê ketin nava liv û tevgerê.
Proje di navbera rayedarên hikûmetê û veberhêner de bûye mijareke mezin a nîqaşê.
Qeymeqamê Xaneqînê ji bo bicihkirina biryara hilweşandina dikanên bazirganiyê şandeyek şand şantiyeya projeyê.
Xwediyê projeyê ku dibêjin wan ji hikûmetê destûra pêwîst ji bo projeyê wergirtiye, li dijî midaxeleya şandeyê derketin.
Parlamentera Parlamentoya Îraqê Sozan Mensûr ku bi Qeymeqam û rayedarên herêmî re çû cihê bûyerê ji Rûdawê re got:
“Li vir bi hezaran kes hene lê tevî wê jî dibêjin divê gund werin hilweşandin!
Sedam xelk koçber kir, li qadên petrolê binêrin, mixabin rewşa Xaneqînê ev e.”
"Em şaş man"
Endamê Meclisa Parêzgeha Diyalayê Ews Îbrahîm jî biryara hilweşandinê piştrast kir û anî ziman:
“Em niha li qadê ne û hûn tevliheviyê dibînin.
Li gorî qanûna 154an biryara hilweşandinê hat dayîn û Qeymeqam hemû pêvajoyên qanûnî bi cih anîn.
Em şaş man ku li hemberî rakirkina bi zorê ya binpêkirinê derketin.”
Li aliyê din, veberhêner Hazim Şekracî israr dike ku erd bi awayekî qanûnî yê wî ye û hemû tohmetên li dijî xwe red dike.
Hazim Şekracî ji Rûdawê re da zanîn:
“Hatin ku bi pere me provoke bikin, ez dînarekî jî nadim.
Hikûmet nikare îdia bike ku erd hatiye binpêkirin, tapoya min a fermî heye.
Ew nikarin vê yekê bikin û Qeymeqam jî nikare vê îdia bike, di navbera me de gilî hene.”
Şekracî li ser hewlên berê yên ji bo rawestandina projeyê jî got:
“Carekê Qeymeqam bi polîsan re hat û yek ji xebatkarên min girt lê min li dijî wî gilî kir ji ber ku erd nehatiye binpêkirin.
Tevî ku hevalê me xelkê Xaneqînê ye jî, qanûn her qanûn e.
Wekî ku îro nikarî projeyê hilweşîne, paşê jî nikaribe hilweşîne, ji ber ku ez xwediyê qanûnî yê vî erdî me.”
Li aliyê din, pevçûna di navbera Parlamenter Sozan Mensûr (xwişka Pêşmergeyê pilebilind ê ku di şerê DAIŞê de şehîd ketiye Husên Mensûr) û xwediyê projeyê de ji aliyê kamerayan ve hat tomarkirin.
Parlamentera Parlamentoya Îraqê Sozan Mensûrê li Xaneqînê behsa ❝erdên dagirkirî❞ kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 5, 2025
Gelek kesan ew asteng kir û alozî derket pic.twitter.com/tHKF3dNJlG
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse