Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Midyadê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê otomobîlek qulibî, 2 kesên tê de mirin.
Otomobîleke ku navê ajokarê wê û plakaya wê hîn nayê zanîn li ser rêya Mêrdîn û Êlihê ji rê derket û qulibî.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û tîmên agirvemirandinê çûn cihê qezayê.
Di kontrola tîmên tenduristiyê de hat tesbîtkirin ku Îsmail D. û Fatma A. mirine.
Termên wan sewqî mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê hatin kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse