Cenazeyê Remezan Xoce hat veşartin: ‘Kê ew bir Stenbolê?’

01-02-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Remezan Xoce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Remezan Xoceyê Amedî ku bi nêrîna xwe ya Îslamî û şîrovekirina xwe ya Quranê di dilê gelek kesan de cihê xwe girtibû, li Stenbolê hat kuştin.

Bi kuştina wî re rojeva Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serobino bû. Cenazeyê wî li Amedê ji aliyê bi hezaran kesan ve li Goristana Ber Bircên Amedê hat veşartin.

Hezkiriyên wî xwest kuştina wî bê zelalkirin û li pişt vê kuştinê kî hebin, bi cezayên giran bêne cezakirin.

Ramazan Boçkunê bi navê ku tê naskirin Remezan Xoceyê Amedî dema li çayxaneya xwe ya li Stenbolê nimêj dikir, ji aliyê kes an jî kesan ve bi kêran hat kuştin.

Der û cîran û dikandarên derdorê li ber kuştina wî heyirî mane. Ew kuştina Remezan Xoce wekî kuştineke tarî û plankirî dibînin.

Cîranê Remezan Xoce Zeynel Arit got:

Dema li ser textê xwe nimêj dikir, tên di aliyê çepê de wî kêr dikin. Bi zanebûn wisa lêdixin.

Ew bi plan hatiye kuştin. Di dema kuştina wî de dibe ku hin kesan jî çavdêrî kiribin.”

Kuştina Remezan Xoce li ser medyaya civakî û li tevahiya Tirkiyeyê bû rojeveke sereke.

Cenazeyê wî diviyabû piştî nimêja nîvro bihata veşartin lê ji nişka ve bi biryarek cenaze ji Mizgefta Mezin a Amedê birin.

Piştî girse gihişt Goristana Ber Sûrên Amedê, cenaze veşartin. Bavê wî bi kotekî li piyan disekinî.

Bavê Remezan Xoce Îsmaîl Boçkun anî ziman:

“Xwedê heqê wî nehêle. Ka ez çi dizanim, ka çawa bizanibin sebeba wî çi bû?

Hûn ji kîjan hezkiriyên Remezan Xoce dipirsin, bal dikişîne ser kuştineke biguman.

Ew dixwazin kuştin bê ronîkirin û kujer bê cezakirin.”

Hezkiriyekî Remezan Xoce Hacî got, “Ev ne tesaduf e. Kuştina wî ne tesaduf e. Ji ber ku rêya wî rêya rast bû, rêya heq bû, wisa kirin.”

Hezkiriyekî Remezan Xoce Ehmed Akar jî anî ziman, “Dema ku diaxivî hin derdor jê aciz dibûn.”

Kî durist xeber bide cihê wî goristan e!

Hezkiriyekî Remezan Xoce Mihemed Kayhan jî got:

“Di dema me ya îro de, di edaleta îroyîn de welîtî pêwist nake. Ji ber ku yê me tenê zilm e. Em di binê zilmê de ne. Kî durist xeber bide cihê wî goristan e.”

Remezan Xoce ku felsefeya xwe ya Îslamî, nêrîna xwe ya cuda ya derbarê şîrovekirina Quranê de dihate naskirin.

Ji ber vê yekê piraniya xelkê jê hez dikir û ew wekî Remezan Xoce ango Mele Remezan bi nav dikirin.

Gelek kes vê pirsê dike, kî bû sebeb ku Remezan Xoce biçe Stenbolê? Kî bû sebeb ku ew bajarê xwe Amedê bi cih bihêle?

Welatiyê bi navê Mehmet Yuksel got:

“Kê ew bir Stenbolê? Ji bo çi ew birin Stenbolê? Di vir de tiştekî mezin heye, lîstikeke mezin heye. Ez wisa texmîn dikim.”

Hezkiriyê Remezan Xoce Mehmûd Ercanli jî biguman e û anî ziman, “Kê ew bir wê derê, kê çawa kir û çawa bû? Xwedê heqê wî bistîne.”

Hezkiriyê Remezan Xoce Cahîd Bayhan jî got, “Kê ew bir Stenbolê? Diyarbekir jê re bes bû. Çima ew birin? Em dixwazin vê jî fêm bikin.”

Remezan Xoce sala 1980ê li gundê Bindana Jêrîn a Sûra Amedê ji dayik bûbû lê ji xortaniya xwe ve li derdora hewşa Mizgefta Mezin a Amedê tizbî difirotin.

Bi sohbeta xwe ya derbarê ola Îslamê de di dilê gelek kesan de cihê xwe çêkiribû. Ew di heman demê de fenomenekî medyaya civakî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst