Îfadeyê kesê ku Remezan Xoce kuşt derket holê

02-02-2024
RÛDAW
Nîşan Remezan Xoce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sembola Mizgefta Mezin a Amedê Ramazan Pîşkînê ku di nav gel de wekî ‘Remezan Xoce’ jî dihat naskirin li navçeya Fatîhê ya Stenbolê hatibû kuştin.

Wezîrê Karên Naxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya doh ragihand ku kujerê Ramazan Pîşkîn ê bi navê Erkan Baykut hat desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê Baykut piştî karûbaran bir Dadgeha Stenbolê ya Çaglayanê.

Serdozgeriyê îfadeyê Baykut girt û bi daxwaza girtinê şand Dadgeha Cezayê Sulhê.

“Min got qey kesekî din e”

Îfadeya tawanbar Erkan Bayku derket holê.

Baykut di îfadeya xwe de got:

“Ez li dikana bavê xwe ya ku li Fatîhê ye dixebitim û debara xwe dikim.

Ez Ramazan Pîşkîn nas nakim. Min got qey ew Saboor Muradî yê ji Efxanistanê ye.

Muradî li dikana bavê min dixebitî, min wî wisa nas kir. Wî min dibir mala xwe.

Ji ber ku dizanî ez cixareyê dikişînim, madeyên hişbir û madeyên ku wekî macûna Efxanî tê zanîn dida min.

Min xwe winda dikir. Ji aliyê van kesan ve, salên 2017-2021ê ez rûbirûyê destdirêjiya zayendî bûm.

Derbarê destdirêjiyê de ti giliyên min nehatine tomarkirin. Min tenê ji malbata xwe re got.

Roja bûyerê, min got qey Ramazan Pîşkîn, Saboor Muradî ye û ez bi armanca birîndarkirinê çûm.

Dema ez çûm min kevir avêtê serê wî û wî jî bi kevir bersiv da min.

Min jî bi kelecaniya bûyerê kêra xwe derxist û 2-3 caran lê xist.

Piştî ku min dengê qêrînan bihîst ez ji cihê bûyerê reviyam û dûrketim.

“Pêwendiya min bi ti grûp û civatan re nîne”

Ti pêwendiya min bi grûp û civatan re nîne.

Ji ber ku min Ramazan Pîşkîn wekî Saboor Muradî dizanî min êriş kir.

Min Ramazan Pîşkîn beriya bûyerê cara yekem sala 2021ê li ser medyaya civakî dîtibû.

Piştî wê beriya 2 mehan jî min ew li çayxaneya ku 5 deqîqe ji dikana bavê min dûr e dît.

Min got qey ew Saboor Muradî ye. Saboor timî dihat xewna min.

Kêra ku min di tawanê de bi kar anî, min ji Eminonuyê stand.

Armanca min ne kuştin bû. Ez bi armanca birîndarkirinê çûm. Ez ji ber bûyerê poşman im.”

Çi bûbû?

Sembola Mizgefta Mezin a Amedê Ramazan Pîşkînê ku di nav gel de wekî “Fîlozof Remezan” û “Remezan Xoce” jî dihat naskirin 31ê Kanûna Paşîna îsal li navçeya Fatîhê ya Stenbolê hate kuştin.

Ramazan Xoce ku bi giranî birîndar bû, tevî hemû midaxeleyan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Cenazeyê Ramazan Xoce doh li Amedê ji aliyê bi hezaran kesan ve li Goristana Ber Bircên Amedê hat veşartin.

Li aliyê din doh Wezîrê Karên Naxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di daxuyaniyekê de ragihand ku kujerê Ramazan Pîşkîn li Beyogluyê hatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst