Li Erzinganê kesek li parkê mirî hat dîtin

26-08-2023
RÛDAW
Nîşan Erzingan Huseyîn Turkmen Mirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê li parka zarokan kesek mirî hat dîtin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Li Taxa Înonuyê Kolana 40emîn li parka zarokan welatiyan dît ku kesek li ber bankê bêhereket radizê û aliyên peywendîdar ji rewşê agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Ekîban di lêkolînê de tesbît kir ku Huseyîn Turkmenê 75 salî jiyana xwe ji dest daye.

Derbarê mirina şikbar de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst