Jean-Jacques Bridey: Em bextewer in ku me Pêşmerge heye ji bo têkbirina DAIŞê

29-08-2021
Şehyan Tehsîn
Şehyan Tehsîn
Jean-Jacques Bridey bersiva pirsên Rûdawê
Jean-Jacques Bridey bersiva pirsên Rûdawê
Nîşan Jean-Jacques Bridey Fransa Herêma Kurdistanê Serdana Macron
A+ A-

Endamê Lijneya Berevanî û Hêzên Çekdar li Parlamentoya Fransayê Jean-Jacques Bridey ji Rûdawê re tekezî li ser girîngiya rola Hêzên Pêşmerge ya di şerê DAIŞê de kir û got, “Em bextewer in ku me Pêşmerge heye ji bo têkbirina DAIŞê.”

Endamê Lijneya Berevanî û Hêzên Çekdar li Parlamentoya Fransayê Jean-Jacques Bridey di hevpeyvîneke taybet de li ser serdana Macron bo Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Herêma Kurdistan û Fransayê, rola Pêşmerge di şerê DAIŞê de û mijarên din ên ciyawaz bersiva pirsên Bêjera Rûdawê Şehyan Tehsîn da.

Rûdaw: Di serdema Macron de giringiyeke mezin bi Iraqê tê kirin. Sedema vê giringîpêdanê çi ye?

Jean-Jacques Bridey: Ev ne cara yekem e Serok Macron tê welatê we. Ev cara sêyem e, tevî belavbûna Coronayê, ev nîşa hêza pêwendiyên dostaniyê û hevpiştiya ku herdu welatên me ji çendîn sal ve ava kirine. Jixwe niha jî kirîzeke tendirustî heye, û rewşa emnî jî berû xirabiyê diçe li vî welatî û li vê navçeyê. Vêça pir girîng e Fransa were û piştevaniya xwe careke din dupat bike û sekna xwe li tenişt gelê Iraqê ji bo şerê dijî terorê tekez bike. Ev jî di çarçoveyeke dualî de ye bêguman , lê di heman demê de jî piralî ye, di riya kongreya ku vê sibehê birêve çû û bi baweriya min, nîşanên seretayî jî hander û dilxweşjer in. Lewma jî bi geşbînî û cidiyeteke mezin em li vê seredanê temaşe dikin.

Kompanyaya Total biryar daye veberanîneke 7 milyar euroyî li Iraqê bike, gelo rewşa Iraqê ji bo wê veberanînê kêrhatî ye û gelo dest pê kiriye?

Di serî de ev veberhênaneke mezin e, 7 milyar Euro ne hindik e, ev pereyekî pir gelek e. Jixwe kompanyaya Total kompanyayeke mezin a pirnetewe ye, lê bi esil Fransî ye ku di biwarê gaz û neftê de kar dike. Ev wê yekê tekez dike ku baweriyaTotal bi şiyana Iraqê heye ji bo avakirina siberojeke domdar. Lewma ev yek pir girîng e, lê bêguman divê em bizanin ku ev veberhênan bilez nayê kirin. Herwiha ez bawerim ku ev yek dê hokar be ku pêwendiyên aborî bihêz bibin di navbera herdu welatên me de û di navbera komanyayên Fransî yên mezin de. Me behsa warê ênêrjiyê kir, lê herwiha jî di warê veguhastinê de, pîşezasiya xwarinê de, di warê tendirustiyê de û her wekî din. Ku kompaniyayên Fransî yên mezin û heta yên biçûk jî dê bikarin şarezayî û ezmûna xwe veguhêzin ji bo avakirina welatê we. Û bêguman hikûmeta Fransî jî wê bi cidiyeteke mezin piştevaniya van kompanyayan bike,da ku kar bi berdewamî û bawerî li Iraqê bikin.

Êrişên DAIŞê li Iraqê di zêdebûnê de ne. Hefteya borî êrişî navçeya Tarmiyeya nêzîkî bajarê Bexdayê kirin. Hûn wek kesekî şareza metirsiya DAIŞê li ser Iraq û navçeyê çawa dibînin?

Şer li dijî Dewleta Islamî, şer li dijî terorî bidawî nehatiye. Sibe, serok komar, û bê guman ez jî ligel dibim, em diçin Mûsilê, da ku li wir jî em gavaeke cidî nîşan bidin, ji ber ku Mûsil serkeftineke mezin bû li dijî Dewleta Islamî, lê mixabin ew bû sedema wêrankirina wî bajarî, niha bûye cihê nûavakirinê, dîsa divê em berdewam bin, bi enerjiyeke xurt,  di şerê li dijî terorê de.Em dibînin tevahiya bûyerên ku çêbûne, çi li Sûriyê be, çi li bakurê Iraqê be, tan jî li hin welatên din ên navçeyê be, diyar dikin ku hîn terorîst hene ku divê şerê wan bê kirin, bi taybet jî divê şerê wê îdeyolojiyayê  bê kirin ku li pişt terora wan e. Ev terora kultûrî û nasnameyî ku dibe hin gencên welatê we pabendî bîr û baweriyên kuştin û wêrankirinê bike. Wate, divê rûbirûbûna îdeyolojîk bê kirin, û li vir jî divê Fransa û Iraq kar bi hev re bikin. Kar di warê ewlehî de, di warê rahênan û amadekirinê û pêdawîstiyên ji bo hêzên emnî, û pevguhertina zanyariyan, û pêwendiyên baş hebin da ku ev şer jî bi serkeftî bê qedandin. Divê ew hewl bê dayin û Fransa dê li kêlek Iraqê be.

Êriş û çekdarên DAIŞê di zêdebûnê de ne, lê Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê wek berê çalak nayê dîtin. Gelo ev rê ji bo bihêzbûna DAIŞê xweş nake?

Ev karê heroj e, Fransa xemsarî di pabendîbûna xwe de nekiriye. Eger hineke welatên din bîr li vekişandinê dikin, wê ev pabendîbûn tune bin, wê bi formeke din bin, hevbeşiyek heye li ser asta serbazî, amûr û pêdawîstiyên serbazên ku li eniyan in. Niha rahênan heye, pevguhertina zanyariyan heye, niha hevbeşiyeke bihêz û berdewam heye da ku artêşa we û hêzên we yên emnî bikarin, bi piştevaniya me, lê hêdî hêdî bi şêweyekî serbixwe bikaribin şerê terorê bikin.

Hejmarek çekdarên girtî yên DAIŞê hene li Iraq û Rojavayê Kurdistanê li Sûriyê ku welatînameya wan a fransî heye. Gelo Fransa bi wê yekê re ye ku ew çekdar li Iraq û Sûriyê werin dadgehkirin?

Fransa hertim zelal bû derbarê vê dosyayê de. Bi rastî, Fransî hene ku hatine Iraq û Sûriyê şer li kêlek terorîstan kirine. Hin caran ligel malbatên  xwe hatine, hinan jî li vir malbat çê kirine. Ev hemû, eger tawan kiribin li Iraqê, li Sûriyê, divê bên dadgehkirin, li Iraqê, li Sûriyê. Û eger hatin mehkûmkirin, divê sizayên xwe li welatên ku tawan lê kirine biqedînin. Li vir pirsa zarokên wan tê kirin. Zarokên qasir, ên ku nû jidayik bûne, li kampan in, û li cihên din ên malbatên DAIŞê ne, ev rewşeke din, ew malbatên wan li Fransayê dikarin wan wergirin, da ku ji nûve bêne perwerdekirin, û bêne çakkrin ji bîr û baweriyên  herî tund di rewşên hovane de ku dîtibûn û carinan jî tê de jiyabûn.

Serok Emmanuel Macron serdana Herêma Kurdistanê dike. Hûn li giringiya pêwendiyên Fransa bi Herêma Kurdistanê re çawa dinerin?

Kurdistan herêmek e, her çiqas otonom be jî, lê ew herêmek e ji Dewleta Iraqî. Lê taybeytmendiyeke wê heye, taybetmendiyeke wê ya siyasî heye di navbera Kurdistanê û Dewleta Iraqê de. Paşê jî taybetmrndiyeke  piştevaniyê di navbera Fransa û Kurdistanê de heye. Kurd jibîr nakin ku Fransa roleke pir mezin dît dema ku Diktator ew bi gazên kîmawî bombebaran kirin, wê demê bi saya hewlên  Serokê Fransa yê wê demê François Mitterand bû daku karek bê kirin da ku hêzên Sedam Husên bên rawestandin, û ji bo ku hêviyek ji bo Kurdan bê dayin, û ew bombebarankirin bê sekinandin. Ew pêwendiya bihêz a ku hate hûnandin di dema zordariya Dîktatoriyetê de li himber gelê Kurd berdewam bû, berdewam bû di navbera herdu gelên Fransaî û Kurd de. Gelek pêwendî di navbera kesayetiyên Fransî û dostan de hebûn, paşê jî di navbera kesayetiyên siyasî de û di navbera berpirsên Dewletê de, niha di navbera serokê Komarê Emmanuel Macron û Serrokwezîrê Iraqê û berêz Barzanî de. Lê ew pêwendiyên dostaniyê di navbera Serok Macron û serokwezîrê Iraqê de jî hene, lewma tu rikaberî tuneye. Gelek dostên Fransayê hene. Li Iraqê gelek dostên me hene, çi Iraqî bin, an jî Kurd bin, çi Sunî û çi Şî`î bin. Çi Xiristiyan an jî cihû bin. Hemû dostên me ne, hemû Iraqî doston me ne.

Pêwendiyeke berdewam a Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Fransayê Emanuel Macron re heye. Heta niha 4 hevdîtinên wan ên fermî hebûn. Pêwendiya bihêz a navbera Emanuel Macron û Nêçîrvan Barzanî dikare çi sûdê bide ji bo aramî û geşkirina navçeyê?

Dostanî, careke din dubare dikim, dostaniya herdu welatan, herwiha dostaniya Fransa û herêma otonom a Kurdî, berdewamiya siyaseta Fransa ye. Kî Serokê Komarê be, kîjan alî li Parîs zorîne be, ev dostanî berdewam dibe. Ev deh sal in ku ez serokê grûpa dostaniya Fransî-Iraqî me li Encûmena Niştimanî, me pêwendiyeke baş di navbera herdu parlemanan de heye û em di vê pêwendiyê de serkeftî bûn, û ev pêwendiyên dostane berdewam dibin her çiqas kes an jî berpirsyarî bên guhertin jî. Lewma divê em li ser vê arasteyê berdewam bin. Min di yekem seredana xwe de gotinek kiribû. Min gotibû we Iraqiyan  şaristanî xuliqandiye, me Fransiyan demokrasî xuliqandiye, ez bawer im ku ev herdu gel dikarin şanaziyê bikin bi her tişta ku di dîrokê de kirine.

Berê Serokê Fransayê François Hollande di dema şerê DAIŞê de serdana Herêma Kurdistanê kir. Herwiha sala 2016an Serokê Herêma Kurdistanê Serok Mesûd Barzanî dawetî Élysée kir. Ev pêwendiya navbera Fransa û Herêma Kurdistanê dikare bingeheke bihêz ji bo aramiyê li navçeyê çêbike ji bo çêkirina aştiyê, bi taybetî jî ku Doza Kurd yek ji mezintirîn pirsgirêkên navçeyê ye?

Pêwendiyên pir baş ên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê ya otonom û gelê Kurd de bêguman yek ji bingehên aramiyê ne li vê navçeyê. Lê berî herkesî li Kurdan dimîne ku beşdarî vê bingeha aramiyê bibin, Tiştek bêyî Kurdan nayê kirin, lê herwiha tiştek nayê kirin bêyî ku kurd bi berpirsiyariya xwe rabin. Ez beriya çend salan ligel Serok Barzanî civiyam, wê hingî hîn serokê Herêma Kurdistanê bû, û min nêrîna xwe jê re got ku ew bîr li Serxwebûna Kurdan neke, ku di rastiyê de dibe ku bibe sedema zehmetiyan, û li şûna wê yekê bîr li otononiyeke bihêz bike da ku Kurdistan ku pir netewe tê de hene bikaribe bibe bingeheke aramiyê ji bo tevahiya van neteweyan. Ev pir girîng e, û dîsa dibêjin ev berpirsiyariya rayedêrên Kurd e ku kampîneke otonomiyê, belku serxwebûnê dane meşandin. Ez bawer dikim ku îro, di sedsala 21 em de, di navçeyeke ku aramiya wê pir hestyar e, girîng e ku eb behsa otonomiyê bikin li şûna serxwebûn. Kurdistan Herêmeke ciwan e, û xwedî şiyanên ciwan e, pêwîst e were pêşxistin û bibe bingeha geşepêdanê ji bo xelkê wê û paşê bo xelkê ku li derveyî sînorên wê ne, çi Îranî bin, Tirk bin, Sûrî bin, tan jî Iraqî bin. Ev pir girîng e û divê Kurdistana Iraqê bingeha navendî be di vê otonomiyê de.

Amerîka dawiya îsal hêzên xwe yên şerker ji Iraqê vedikişîne. Çi bandora vê yekê li ser hebûna leşkerî ya Fransa li Iraq û Herêma Kurdistanê dibe?

Qet ne baş e dema ku welatekî mezin hêzên xwe vekişîne ji şerekî ku kiribû: Em bûyerên ku li îro li Efxanistanê çêdibin dibînin. Bûyerên karestbar in. Fransa pabend bûye ligel Iraqiyan, ligel Kurdan, zêdebarî Hevpeymaniya ligel Amerîkiyan . Wate, heta ku Amerîkî biçin, het ku Fransa nikaribe bi temamî rola hêzên Amerîkî bibîne, Fransa dê bimîne li tenişt Iraqiyan û li tenişt Kurdan da ku ew şerê xwe li dijî terorê bikin.

Pêşmergeyan gelek qurbanî dan û qehremaniyeke mezin nîşan dan di şerê li dijî DAIŞê de. Fransa dixwaze çi bike ji bo bihêzkirina pêşmergeyan?

Xweşbextane ku me Pêşmerge hene ji bo têkşikandina Dewleta Îslamî li Iraqê û heta li Sûriyê jî. Me alîkariya wan kiriye, me amûr û pêdawîstî pêşkêşî wan kirine, me ew rahênan kirine, me ew fînanse kirine. Wan jî qurbanî da, wan xwîna xwe rijand, ew hêzên me yên sereke bûn. Niha qonaxeke nû ye divê em li ser bisekinin, dibe ku bi şêweyekî din be, lê Fransa dê hertim li kêlel Pêşmerge be.

Bêguman ev Pêşmerge kar li gorî wî rihê ku min behs kir kar dikin. Rihêaqil û aramî û  aştiyê.

Hêza leşkerî ya Fransa li Rojavayê Kurdistanê li Sûriyê heye, herwiha rêxistinên nehikûmî yên Fransa li wir kar dikin. Rola Fransa di siberojê de li navçeyên kurdî li Sûriyê çawa dibe?

Sûriyê jî welatekî dost e bo Fransa, lê îro, Fransa nikare kar ligel hikûmeta sûrî bike. Lewma ew kar li navçeyên azadkirî dike ku ne li jêr kontrola terorîstan in û ne li jêr kontrola hikûmeta ku em îtîrafê bê nakin, lewma em kar li gel hin aliyan dike ji bo karên alîkariyê û ji bo vegera xelkê, ji bo pêkêşkirina xizmetguzariyên bingehîn wekî di warê tendirustî û perwerdeyê de û her wekî din. Wê ev kar berdewam be, wê fînansekirina rêxistinên nehikûmî berdewam be,  û hevkarî û piştevanî berdewam be, û eger hat xwastin hin caran karên serbazî jî dê bên kirin, lê em behsa vê yekê nakin ji ber bi temamî nehênî ye û ne fermî ye, lê em bi berpirsiyariya xwe radibin.

Hûn di wê baweriyê de ne tişta li Efxanistanê qewimî, careke din li Iraq û Sûriyê jî biqewime?

Rewş li van hersê welatan ne wek hev e. Efxanistan xwedî hikûmeteke rewa bû ku rasîtî êrîşa grûpeke terorîst hat.  ji bo sedemên ku heta niha ne zelal in, ev hikûmet bi temamî şikest. Artêş reviya, xelk bêyî hîç parastinekê man li hember êrîşa Talîban. Me dît ku bi hezaran xelk dixwazin welat bicî bihêlin. Bi hezaran malbat, ciwan, jin, zarok, hin kemîne reviyan. Em ê bi berpirsiyariya xwe rabin, wekî berê jî em rabûn, pêvajoya vehguhestina dehên hezarên Efxanî hebû. Em nikarin wî welatî bi temamî vala bikin. Îro , bi baweriya min divê rêxistinên navdewletî ligel Talîban biaxivin da ku pê bidin famkirin ku hin kiryar tên kirin ku nayên qebûlkirin. Hêzên Amerîk û Ewropî jî li wir hene, û wê civaka navdewletî li kêlek wî welatî be. Te ji min pirsî eger berhevdanek di navbera Sûriye û Iraqê û Efxanistanê de heye. Nexêr, ez wiha nabînim. Iraq welateke xwedî cîgîrî ye, ev yek nîşan daye. Eger hin lwazaî jî hebe, lê hemû demokrasî lawazî di wan de heye, heta demokrasiya Fransî jî ku ji 200 salî ve heye. Sûriye, mixabin, welatekî bi temamî parçekirî ye, di navbera beşeke ku li jêr destê rejîmê ye, û  paşeke mezin ji xaka wê ku tu hikûmet lê nîne, lewma jî min got ku Fransa dê alîkariya hemû rêxistinên nehikûmî bike da ku xwe birêxstin bikin û  ximetguzariyên giştî ji bo xelkê pêşkêş bikin, lê Iraq ne di rewşeke wiha de ye. Hûn welatekî mezin in, hûn rastî karesatên mezin hatin, û hûn rûbirûyê wan hatin, îro dewletek li kêlek we heye û divê alîkariya we bê kirin ji bo avakirina demokrasiyeke ciwan ku layiqê sersala 21 be û layiqê dîroka we be .

Sûriye pirsgirêkeke mezin a cîhanê ye îro, pêwendiyeke Fransa ya dîrokî bi Sûriyê re heye. Gelo Fransa li ti inisiyatîvekê difikire ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyê?

Fransa pir hewl dan û gelek destpêşxeriyên wê hebûn derbarê Sûriyê de. Karesata Sûriyê ev deh sal in ku berdewam e. Destpêkê me hin tevger biçek kirin ku ji aliyê hikûmetê ve hatin jinavbirin. Paşê em çûn stratijiyeteke nû, ku bêhtir giraniya xwe dida ser  karê istixbaratî yê nehênî. Îro weke min got hikûmeta Sûriyê tenê beşekê ji welat kontrol dike, dibe beşa herî bisûd be, lê beşeke mezin ji welat ne li jêr kontrola wê ye, lewma bi rastî nizanim divê Fransa kîjan Destpêşxeriyê pêşkêş bike. Li hember jî, yek ji mercên vegera li aştiyê, çûna dîktator Beşar el-Esed e. Bêyî çûna wî, em nikarinin pêşbîniya aştiyê li vî welatî bikin. Mixabin.

Îro jî Serokê Fransayê Emanuel Macron behsa terora îslamî kir. Gelo di wê terorê de mebest tenê DAIŞ e?

Li Fransa bi rastî meylek heye ku herdu gotinên teror û Islamîst bihev bêne girêdan. Lê li herêma we divê giranî li ser terorê be. Hûn welatekî Islamî ne, lê hun herwiha welatekî ku hin nişteciyên wî xiristiyan in, cihû ne, sunî ne, Şî`î ne. Divê xebate hemû pêkhateyên Iraqî li dijî terorê be, ew çi teror be, bila bibe, eger bi esil Îslamî be, yan wekî din, Îdeolojîk be, bi her hal teror tişteke ku divê şerê wê bê kirin,bêyî tenazul û bi cidîyetek mezin. Lewma ji bo me, li Fransa, ji ber tişta me dîtî, em rastî êrîşa terora îslamîst hatin, lewma em wiha dibêjin, lê li vir, divê xebat li dijî terorê  bi tevahî bê kirin û bi cidiyeteke mezin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst