Afram Îshaq: Em bi hêvî ne ku Sûriye nekeve nava şerên mezhebî yan olî

14 demjimêr berê
Nalîn Hesen
Afram Îshaq / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Afram Îshaq / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan MSD Sûriye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Alîkarê Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Afram Îshaq got, “Em bi hêvî ne ku Sûriye nekeve nava ti şer û milmilanêyan mezhebî yan olî, em hêvî dikin ku Sûriye di rojên bê de mafên hemû pêkhateyan garantî bike.”

Afram Îshaq li ser sedemên avanebûna şandeyeke Kurdan a ku here Şamê got:

“Gelek sedem hene ku heya niha şande nehatiye pêkanîn, hinek ji wan sedemên ewlehiyê ne.

Her wiha nebûna ti encamê diyaloga Kurdî-Kurdî, ya birayên me yê Kurd jî sedemek e.”

Afram Îshaq li ser hebûn an nebûna pêwendiyên bi Şamê re ev agahî dan:

“Heya niha ti kanalên pêwendiya rasterast an gotûbêjên rastrast nînin lê em hinek daxuyaniyên ku ji Şamê tên dan bi erênî dibînin.

Her wiha ji Meclisa Sûriyeya Demokratîk û partiyên din daxuyaniyên erênî hatine.”

Alîkarê Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk diyar kir ku wan ti şertên pêşwext nedanîne ber Şamê û berdewam kir:

“Ji niha ve ti mercê pêşwext nîne lê em wekî Meclisa Sûriyeya Demokratîk hêvîxwazin ku destûrek ji bo Sûriyeya nû hebe ku mafê hemû pêkhateyan biparêze di nava wan de Kurd, Suryan, Aşûrî, Ereb, Çerkez û hemû pêkhateyên din yên herêmê.”

Alîkarê Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Afram Îshaq pirsên Nalîn Hesenê bersivandin:

Rûdaw: Di ser ketina Esed re du hefte derbas bûn. Hemû welatên cîhanê berê xwe da Şamê lê heya niha hûn neçûne Şamê. Çima? Sedem çi ne?

Afram Îshaq: Di destpêkê de, dema hemû temaşevanên Rûdawê û tîma kar baş be. di destpêkê de,  beriya ketina rejîma berê me kar li ser çend bernameyan kiribû li herêmê. Ew jî pêwendîkirin bû li gel hejmareke welatan ku xwedî bandor in di dosyeya Sûriyeyê de di çend salên derbasbûyî de.

Her wiha pêwendiyên me li gel hêzên din ên opozisyonê li navxwe û derve hebûne, pirsa çûna Şamê niha berdest e lê hin kar jê re divê. Ji wan avakirina şandeyekê ku ew şande hemû pêkhateyên herêmên siyasî, neteweyî û civakî û kesayetiyan li xwe bigire.

Nabe yekalîbûn di pirsa pêkanîna şandeyê de were kirin û her kes tenê biçe, kar ji bo wê yekê ye ku şande yekgirtî be ji Bakur û Bakurrojhilatê Sûriyeyê ji bo biçe Şamê û gotûbêjên li gel Rêveberiya Siyasî û Hikumeta Veguhêz û pêşkêkirina karnameya ku em dixwazin ji bo paşerojê kar li ser bikin.

Rûdaw: Çima heta niha ew şande nehatiye pêkanîn?

Afram Îshaq: Gelek sedem hene ku heya niha şande nehatiye pêkanîn, ji wan ewlehî û leşkerî li herêmê. Her wiha nebûna çi encaman ji diyaloga Kurdî-Kurdî, ya birayên me yê Kurd ji bo pêkanîna şandeyeke yekgirtî di van rojan de kar li ser van hemû pirsan tê kirin.

Hevdîtin û bihevguhertina nerînan heye, heya welatên pêwendîdar ên wekî Amerîka û Fransayê kar li ser vê mijarê dikin. Wate, şandeya ku dê pêk bê pêwîst e hemû pêkhateyên hene li xwe bigire. Mijara Diyaloga Kurdî-Kurdî û pêkanîna şandeyeke yekgirtî pirsên sereke ne.

Rûdaw: Wekî din ti kanalên din yên pêwendiyan li gel rêvebiriya nû ya Şamê hene?

Afram Îshaq: Heya niha ti kanalên pêwendiya rasterast an gotûbêjên rastrast nînin lê em hinek daxuyaniyên ku ji Şamê tên dan bi erênî dibînin. Her wiha ji Meclisa Sûriyeya Demokratîk û partiyên din daxuyaniyên erênî hatine dan, çend kar jî hatine kirin ji wan bilindkirin alaya Sûriyeya ya Yekgirtî ku niha li tevahiya Sûriyeyê hatiye bilindkirin, her wiha çend karên din ji bo hatina dezgehên hikûmetê ji bo di pêwendiyê de bin lig el Şamê li ser ya ku niha çê dibe lê bi awayekê rasterast yan kanalên rasterast heya niha nînin.

Rûdaw: Wekî din Ehmed Şer dibêje, ti hêz namîne û dê artêşeke nû ya Sûriyeyê hebe, di vê derbarê de rêveberiya nû ya ya Şamê ti merc li ser we sepandine ji bo hevdîtinê?

Afram Îshaq: Ev pirseke leşkerî ye û ez ne kesekî leşkerî me, ez siyasî me lê ez bawer im her babet di vî warî de dê di rêya gotûbêjên rasterast de bin ku pêk bên, em li vê herêmê li gel wê yekê ne ku beşek bin ji Sûriyeya paşerojê, bê guman dê lihevkirin li ser pirsên leşkerî hebe di rêya gotûbêjên di navbera kesên leşkerî de.

Rûdaw: Dema hûn berê xwe bidin Şamê merc û daxwazên we çi ne?

Afram Îshaq: Ji niha ve ti mercê pêşwexte nîne lê em wekî Meclisa Sûriyeya Demokratîk hêvîxwazin ku destûrek ji bo Sûriyeya nû hebe ku mafê hemû pêkhateyan biparêze di nava wan de Kurd, Suryan, Aşûrî, Ereb, Çerkez û hemû pêkhateyên din yên herêmê ku di bin banê nîştimana Sûriyeyê de bin.

Her wiha em hêvîxwaz in ku qonaxeke veguhêz hebe li gorî biryara hejmare 2254ê ku kar bike ji bo veguhastineke aştiyane li Sûriyeyê pêk bê û hikûmeteke ku hemû Sûriyeyiyan li xwe bigire pêk bê.

Her wisa parlamentoyek pêk bê ku nûneratiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê bike û hilbijartinên paqij di bin serperştiya Neteweyên Yekbûyî de, li vir destûr garantî û kefîl e ji bo hemû gelê Sûriyeyê heya em li wê Sûriyeyê bijîn ku em dixwazin.

Rûdaw: Wekî MSDyê hûn hêvî û daxwaza sîstemeke çawa dikin?

Afram Îshaq: Em wekî MSDyê ku karê me siyasî ye û hejmareke mezin ya aliyên siyasî û kesayetiyên nîştimanî li ser asta Sûriyeyê li xwe digire, em bi hêvî ne ku Sûriye di rojên bê de nîştimanek be ji bo hemû Sûriyiyan. Em bi hêvî ne ku Sûriye nekeve nava ti şer û milmilanêyan mezhebî yan olî, em hêvî dikin ku Sûriye di rojên bê de mafên hemû pêkhateyan garantî bike, bi taybetî jî pêkhateyên xwedî nasname, bi awayekî giştî me wekî Kurd, Suryan û heya asteke Ereban jî li herêmê bi destê cudakariyê naliyane û hatine bêparkirin ji beşdariya karê cîbicîkirinê yê hikumetan, her wiha ji Encûmena Nûneran wekî Encûmena Gel û yên din.

Îro em hêvîxwaz in ku garantiya mafên hemû pêkhateyan bike, pirsa Kurdî pirseke sereke ye, pirsa gelê Suryanan li ser asta Sûriyeyê pirseke sereke ye.

Em dikarin li gel gelê Ereb û gelên din yên li navçeyên başûr û beravê û Helebê di bin banê yek nîştimanê de bijîn ku me destûrek hebe mafên me biparêze û garantî ji bo hemû pêkhateyan hebin û ti milmilane û şerên navxwe nebin.

Rûdaw: Derengketina we ya çûna Şamê ziyanê li herêmên Rêveberiya Xweser nade gelo?

Afram Îshaq: Bi baweriya min ti dema diyarkirî nîne ji bo çûna Şamê, bûyer li pêşiya me ne, em nikarin ti tiştê bilez bikin lê pirsa girîng ew e ku rêkeftin li herêmê hebe.

Wekî me behskirî diyaloga Kurdî-Kurdî ku karekî sereke ye, her wiha tekezkirin ku pêwîst e şande ji hemû pêkhate, kesayetiyên nîştimanî û hozan be ku bi awayekî sereke nûneratiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin ji bo em karibin nameyekê ji bo Şamê û hemû Sûriyeyiyan bişînin û jê re bibêjin em Sûriyeyî ne û di nîştimana Sûriyeyê dijîn û ti sedem nîne ku rê li me bigire em beşdarî pêvajoya siyasî ya paşrojê binin .

Rûdaw: Berêz Afram ti hewl heye bo diyalog û gotûbêjan di navbera we û Tirkiyeyê de?

Afram Îshaq: Bi awayekî rasterast ti tişt nîne, di warê siyasî de jî tiştek nîne, ya heyî ew e, ya ku hêzên hevpeymanan ji rêkeftin û agirbestan li ser pirsên leşkerî ne lê di warê siyasî de tiştek nîne.

Rûdaw: Mercên Tirkiyeyê ji bo we çi ne?

Afram Îshaq: Em wekî Meclisa Sûriyeya Demokratîk ku di pirsên siyasî de kar dikin tiştekî girêdayî me nîne lê hindek pirsên leşkerî hene wekî min behskirî Koalîsyon kar ji bo çareserkirina wan pirsan dike. Em wekî Meclisa Sûriyeya Demokratîk, ti tişt li gel Tirkiyeyê nîne, em hêvîxwaz in ku rêzgiritineke dualî di navbera aliyan de hebe ji bo nasnameya gelan, siyaseta ku em dikin siyaseteke nerm e li hemberî hemû aliyan û em kar dikin ku beşek bin ji Sûriyeyê û nebin guvaşek li ser ti aliyî lê pirsên leşkerî pêwîst e kesên leşkerî û Koalîsyon kar li ser bikin.

Rûdaw: We piştrast bûn ji Amerîkayê wergirtiye ku dê li Sûriyeyê bimînin?

Afram Îshaq: Bi rastî ev pirs aloz e, daxuyanî hene û hin bûyer jî rû didin lê ya li ser erdê, ji niha ve ti tişt nîne derbarê gotûbêjên li ser man an nemana hêzên Amerîkî li Bakûrê Rojhilatê Sûriyeyê. Ev pirs ez bawer im dê ji bo rêveberiya nû, rêveberiya Birêz Trump û ew dê nirxandinê ji bo vê pirsê bikin û ji bo her egereke man a nemana wan em li ser xaka xwe ne û em bawer in ku gelê Sûriyeyê dikare karên xwe yên siyasî, civakî û rêveberî bi rê ve bibe di pêşerojê de lê man yn nemana hêzên Amerîkayê tenê ji bo wan bi xwe vedigere.

Rûdaw: Amerîka li ser rewşa Kobaniyê çi dibêje? Çima hewleke cidî nade ji bo rawestandina êrişan?

Afram Îshaq: Bê guman bajarê Kobaniyê wekî em dizanin hêmayeke ji bo gelê Kurd bi giştî û sala 2015an berxwedaneke bihêz tê de bû, hêzên Kurdî yên beşdar jî hêzên hevbeş bûn ku ji HSD û Pêşmergeyan pêk hatibûn ku hatin nava bajar û beşdarî parastinê bûn û qehremanî tomar kirin li Kobaniyê.

Ji bo hemû cîhanê ev bajar bajarê parastinê ye bi yekgirtina Hêzên Kurdî ya ji bo parastina bajêr. Ya ku îro li Kobaniyê rû dide di nava bernameya guvaşên li herêmê de û ew pêşhatên ku li Rojava û Rojhilatê Feratê hene, ez bawer im ku di dema çend rojên derbasbûyî de hêzên Koalîsyonê çûn Kobaniyê û wan alaya Amerîkayê li ser çend avahiyan bilind kir.

Pirsa Kobaniyê ji aliyekî girêdayî lihevtêgihştinên di navbera Koalîsyon û Tirkiyeyê û ji aliyekî din ve jî yên di navbera Koalîsyon û serkidaytiya HSDyê de ne.

Rûdaw: Gelekî spas Birêz Afram Îshaq, tu ji bajarê Qamişloyê mêvanê me bûyî.

Afram Îshaq: Gelekî spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst