Sabit Cewher: Em dê bi bi awayekî serbixwe beşdarî hilbijartinan bibin

05-06-2024
Nalîn Hesen
Sekreterê Giştî yê Partiya Weten a Sûriyeyê bû mêvanê bernameya Nûrojê ya Rûdawê û bersiva pirsên pêşkêşkara Rûdawê Nalîn Hesenê da
Sekreterê Giştî yê Partiya Weten a Sûriyeyê bû mêvanê bernameya Nûrojê ya Rûdawê û bersiva pirsên pêşkêşkara Rûdawê Nalîn Hesenê da
Nîşan Hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê Sabit Cewher Partiya Wetenî ya Sûriyeyê
A+ A-

Sekreterê Giştî yê Partiya Wetenî ya  Sûriyeyê Sabit Cewher li ser bangeşeya pêvajoya hilbijartinên 11ê Hezîranê yên Rêveberiya Xweser got:

“Bi awayekî giştî, ji bo jin û mêran li hemû şaredariyan, em yeksaniyê di navbera jin û mêran de dikin.

Gelek sedem li herêmê xwedî rol in, hûn vê yekê dizanin, li nava civakê û li nava Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandora eşîriyê serdest e.

Hişkbûnek di navbera nerîtan de heye, wekî mînak li Herêma Holê, li aliyê sînorê Îraqê û herêma Şeddadê.

Em van tiştan li ber çavan digirin lê armanca partiyê ew e ku berbijêr nêvî nêvî bin. Di hevserokatiyan de jin li kêleka mêran dê hebin.”

Sabit Cehwer behsa berbijêrên partiya xwe yên Êzidî jî kir û wiha got:

“Wekî mînak, li Şaredariya Sifeyyayê  li herêmê gundên birayên me yên Êzidî hene.

Ji ber wê hejmareke berbijêrên me yên Şaredariya Sifeyyayê birayên me yên Êzidî ne.

Partiya Wetenî ya Sûriyeyê yek ji wan partiyên Rêveberiya Xweeser e ku dê beşdarî hilbijartinên şaredariyan bibe û partiyê li 13 navendan berbijêr destnîşan kirine.

Sekreterê Giştî yê Partiya Wetenî ya Sûriyeyê bû mêvanê bernameya Nûrojê ya Rûdawê û bersiva pirsên pêşkêşkara Rûdawê Nalîn Hesenê da.

Rûdaw: Ji ber çi partiya we, Partiya Wetenî ya Sûriyeyê serbixwe beşdarî hilbijartinan dibe û ne di nava hevpeymaniyekê de ye?

Sabit Cewher: Di destpêkê de silav ji bo we û hemû temaşevanên hêja yên kanala Rûdawê.

Nêrîneke serkirdayetiya partiya me heye ku dê li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî hilbijartinên şaredariyan bibe.

Partiye me biryar da ku lîsteyeke serbixwe amade bike û nûnertiya welatê Sûriyeyê bike.

Rêzgirtina me ji hêz û hevpeymaniyên din ên siyasî re jî heye lê wekî prensîp taybetmendiya vê partiyê me ew e ku bi lîsteyeke taybet û bi cemawerê xwe beşdarî hilbijartinê bibe.

Ji bo di paşerojê de, berpirsiyariya her şaşitiyek hebe em wergirin, ji bo zanîna we û hemû kesî Partiya Wetenî ya Sûriyeyê partiyeke nû hatiye damezrandin.

Partiya me dê aniha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî 13 şaredariyan bibe.

Rûdaw: Li kîjan navçeyan berbijêrên we hene?

Sabit Cewher: Li herêmên Qamişlo, Hol, Til Berak, Hesekê û navçeyên Çiyayê Ebdulezîzê.

Rûdaw:  Çend berbijêrên we hene?

Sabit Cewher: 252 berbijêrên me hene. Berbijêrên me li ser kursiyên hevserokatiya şaredariyan. Rikaberiyê bi berbijêrên partiyên din re dikin.

Rûdaw:  Di nava lîsteya berbijêrên we de Kurd, Ereb û Xirîstiyan hene?

Sabit Cewher:  Helbet, hejmarek ji pîvanên partiya me hene, ji bo şaredariyan, serkirdeyên partiya me pişta xwe didin kesên şareza.

Lîsteyên Partiya Wetenî ya Sûriyeyê ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê. Di lîsteyê de birayên me yên Ereb, Kurd, Siryan, Êzidî û hemû pêkhateyên navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene.

Rûdaw:  We çend berbijêrên Êzidî hene?

Sabit Cewher: Hejmara berbijêrên Êzidî baş nayê bîra min, ji ber ku em zûrbûna li ser vê yekê nakin. Me rewşa her pêkhateyekê li gorî her herêmêke li ber çavan girtiye.

Li herêmên ku birayên me yên Êzidî lê hene me hinek ji xwişk birayên me yên Êzidî kirine berbijêr.

Rûdaw: Li kîjan navçeyê bi dirûstî dikarî ji me re bêjî?

Sabit Cewher:  Wekî mînak, li şaredariya Sifeyyayê gundên birayên me yên Êzidî li herêmê hene. Hejmareke berbijêrên me yên Şaredariya Sifeyyayêbirayên me yên Êzidî ne.

Rûdaw: Di nava lîsteya we de çend berbijêrên jin hene ?

Sabit Cewher: Bi awayekî giştî, ji bo jin û mêran li hemû şaredariyan, em hevsengiyê di navbera jin û mêran de dikin. Gelek sedem li herêmê xwedî rol in, hûn vê yekê dizanin.

Li nava civakê û li nava Bakur û Rojhilatê Sûriyeyeê bandora eşîriyê serdest e.

 Hişkbûnek di navbera nerîtan de heye, wekî mînak li Herêma Holê, li aliyê sînorê Îraqê û herêma Şeddadê.

Em van tiştan li ber çavan digirin lê armanca partiyê ew e ku berbijêr nîv bi nîv bin. Di hevserokatiyan de jin li kêleka mêran dê hebin.

Rûdaw: Yanî 13 berbijêrên we yên jin ji bo postên hevserokatiya şaredariyan hene?

Sabit Cewher: Belê.

Rûdaw: Hûn wisa bawer dikin dê li kîjan herêmê şaredariyê bi dest bixin?

Sabit Cewher: Li hemû navçeyên ku berbijêrên Partiya Wetenê lê hebin, em hewl didin ku hemû kursiyan bidest bixin, çi kursiyên hevserokatiyê bin an jî yên emcûmenên şaredariyan bin.

 Aniha rikeberiyeke xurt heye. Partiya Wetenê ya Sûriyeyê bi lîsteyeke serbixwe ji hevpeymaniyên din beşdar dibe û bangeşeya hilbijartinan heye.

Her rojê em navên berbijêran radigihînin ji bo van şaredariyan.

Li derdora Partiya Wetenî ya Sûriyeyê cemawer heye, hêvî û xwesteka me heye ku em hemû kursiyan li her 13 şaredariyan ku em tê de beşdar in, bi dest bixin.

Her kes dizane ku hilbijartin awayekî rikeberiyê ye. Em ji bo bidestxistina hemû kursiyên li hemû şaredariyan kar dikin.

Rûdaw: We ti têbînî li ser pêvajoya bangeşeya hilbijartinana heye?

Sabot Cewher: Bi rêya çalakiyên partiyan û hevpeymaniyan û partiya me jî yek ji van partiyan e ku beşdarî hilbijartinan dibe pêvajo derbas dibe.

Rewşek heye ku lawazî di bangeşeyê de peyda dibe, sedem jî ew e ku aniha dema mûsimê ye, piraniya xelkê jî xwedî kar in û mijûl in.

Herwiha xelk û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê tên armanckirin. Bandora van hemû sedeman heye, bi taybetî hûn û hemû cîhan jî dizane, herêm li nava cengeke dem bi demî û her rojî de ye.

Rûdaw: Te behsa êrişên Tirkiyeyê yên li herêmê kir. Tirkiye tehdîdan dike û Amerîka ji lidarixstina hilbijartinan nerazî ye, gelo îhtîmala paşxistina hilbijartinan heye?

Sabit Cewher: Wekî partî, em armancên tehdîdan dixwînin û dizanin. Îhtîmala her tiştî heye.

Eger li cem Rêveberiya Xweser û Komisyona Bilind a Hilbijartinan bawerî çêbû ew di berjewendiya gel û rêveberiyê vî gelî de ye.

Eger hilbijartin bên derengxistin, êdî em jî dê wekî partî li kêleka vî gelî bin û bi nerîna Rêveberiya Xweser re bin.

Tiştê girîngtir di vê mijarê de biryara Komîsyona Bilind a Hilbijartinan e. Ew hemû van rewşan dinirxînîn.

Em jî wekî partî di nava hemû van partiyan de ne, tiştê em guncaw dibînin, dê heman biryara partiyên din ê Rêveberiya Xweser bin.

Em hemû dikevine bin bandorê, çi armanckirin be yan jî tiştên din be.

Hûn dizanin duh û îro hin xalên serbazî ji aliyê Rêxistina DAIŞê ve, li navçeya Dêrezorê, hatin armanckirin. 

Ev sedem hemû bandorê li ser rewşa hilbijartinan dike û rewşa ewlehiyê jî ji bo birêvebirina proseya hilbijartinan û demokrasiyê bi giştî girîng e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst