Galeriya wêneyan

27-06-2023
20 Photos
Bilind T. Abdullah

Beriya Cejna Qurbanê li bazara ajelan a Hewlêrê lîv û tevgereke zêde heye û ji kesên ku hatibûn ajelên qurbanê bikirin bazar tije bûye.

Endamê Encûmena Bazara Ajelan a Hewlêrê Hacî Muhyedîn Bayîz Xeylanî ji Rûdawê re ragihand, îsal li bazara ajelan kirîna heywanên ji bo qurbanê zêde bûye.

Hacî Muhyedîn Bayîz Xeylanî got: “Îsal bazar pir çalak e. Zêdebûna bihayê goşt û krîza aborî bandor li bazara qurbanê nekir. Ajalên qurbanê yên xwemalî li vê derê têne firotin.”

Xeylanî herwiha dibêje: “Niha ji Tirkiyê gelek kêm ajel tên anîn. Beşek ji ajelên Tirkiye û Sûriyê yên tên hawirdekirin, li vir tên firotin, yên din jî dişînin naverast û başûrê Iraqê. Hewlêr weke navenda bazara ajelên a Iraqê ye."

Rojane nêzîkî 10 hezar serî pez û dewar tên bazara ajelan a Hewlêrê. Xeylanî dibêje, bi taybetî rojên Şemî, Duşem û Çarşemê firotina heywanan zêdetir e.

Bihayê goşt li Herêma Kurdistanê li gorî sala borî zêde bûye. Bihayê goşt ku par her kîloyek a ajelên zindî 5 hezar dînar (3,82 dolar) bû, îsal bûye 7 hezar û 500. Bazirgan û ajelvan diyar dikin ku li gel zêdebûna bihaya goşt jî îsal firotina qurbanan pir baş e.

Xeylanî da zanîn ku ji sala 1987an û vir ve li bazara ajelan a Hewlêrê kar dike û got ku roja herî qelebalix a 36 salan roja Şemiya borî bû.

Welatiyê bi navê Refîk Rehman jî diyar kir ku bazara ajelan a Hewlêrê îsal gelekî geş e û got, "Hewlêr cejna îsal bi coş pêşwazî dike.”

Foto: Bilind Tahîr / Rûdaw