Hewlêr (Rûdaw) – Pall Weşanê pirtûka çîrokan a bi navê Kaxeza Vala çap û belav kir.
Pirtûka yekem a çîrokan a Erdal Aktaş a bi navê Kaxeza Vala ji Pall Weşanê derket.
Kaxeza Vala ji 10 çîrokan pêk tê û Engîn Olmez edîtoriya wê kiriye.
Pall Weşanê li ser berga Kaxeza Vala nivîsiye:
“Barê dinyayê giran e. Ewqas çiya û mirov. Her zebeşekî Amedê herî kêm deh kîlo ye. Du firingiyên Licê kîloyek e. Ev dinya dê çawa zû bigere. Her tişt her roj mezin dibe. Barê dinyayê heta evarê deh hezar caran girantir dibe. Dinya di rê de nemîne jî baş e. Kîjan kêmaqil dikare bibêje îro dê biqede û bibe sibe? Hatina roja îniyê ne eseh e ku –jixwe roja xêran e‒ hatina roja duşemê eseh be. Teewww! Belkî, yekî di tariya fezayê de singekî tûj di dinyayê de cit kiribe! Eger dinya di cihê xwe de bimîne? Eger destekî nûranî cihê dinyayê biguherîne û ji rojê dûr bixe, roja îniyê dê çawa biqede? Ew dê çawa bibe sibe û roja duşemê bê? Na... bi Xwedê na... Roja duşemê nayê! Ez dizanim nayêêê!”
Erdal Aktaş kî ye?
Erdal Aktaş sala 1980yî li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê.
Li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê, beşa zanistên fenî qedandiye.
Nivîsên wî di kovarên wekî Çirûsk, W û Yokuş Yolayê de weşiyane.
Erdal Aktaş li Amedê dijî û mamoste ye. Kaxeza Vala, pirtûka wî ya ewil e.
Xwendekar dikarin vê pirtûkê ji pallwesan.com û pirtûkfiroşan bixwazin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse