Li Almanyayê yekemîn xelata Mîr Celadet Bedirxan hat dayîn

28-10-2023
Zinar Şîno
Dr. Zerdeşt Haco yekemîn Xelata Mîr Celadet Bedirxan wergirt
Dr. Zerdeşt Haco yekemîn Xelata Mîr Celadet Bedirxan wergirt
Nîşan Xelat Mîr Celadet Bedirxan
A+ A-

Almanya (Rûdaw) – Zimannas û nivîskarê Kurd Dr. Zerdeşt Haco yekemîn Xelata Mîr Celadet Bedirxan wergirt.

Li bajarê Dresdenê yê Almanyayê merasîma dayîna yekemîn Xelata Mîr Celadet Bedirxan bi rê ve çû.

Merasîma dana xelatê, ji aliyê Foruma Almanî-Kurdî ve hat lidarxistin.

Ji bo xebat û lêkolînên xwe yên zanistî yên debare pêşxistina ziman û wêjeya Kurdî Dr. Zerdeşt Haco, yekemîn Xelata Mîr Celadet Bedirxan wergirt.

Zimanzan û rewşenbîrê kurd Dr. Zerdeş Haco ji sala 1970an ve li Almanya dijî û wî doktoraya xwe li Zanîngeha Berlînê ya Azad di warê zimannasî û zimanên Hînd û Îraniyê de kiriye.

Alîkarê Serokê PENa Navneteweyî Prof. Terry Carlbom beşdarî merasîma xelatdayînê bû û tê de gotarek pêşkêş kir.

Prof. Terry Carlbom ji Rûdawê re got:

“Bi demên dirêj hevalên min ên Kurd hebûn. Bi rêya PENê, belê bi baweriya min yekemîn têkelbûna min bi Kurdan re li Enqereyê bû. Me navendeke PENê ya bi nirx hebû, li wan Kurdan wekî hevkar dinerî, ev çende jî balkêş bû. Herwiha bû bingeheke ji bo bi hev re kar bikin. Li Amedê jî me hev du dît.”

Dr. Zerdeşt Haco di navbera salên 1997 – 1999an de  2 salan sekretêrê giştî û ji sala 1999an heta 2013an jî 13 salan Serokê Navenda PENa Kurd bû.

Dr. Zerdeşt Haco got, “Dema mirov xebata xwe ji dil bike, ne ku ji bo navê xwe bike bêhtir dixwaze ew têkoşîna wî bibe berhemeke giştî ji civaka wî re. Ji ber vê yekê ez ji wê yekê bawer dikim ku kesên vê xebatên dikin haya wan ji wan nîne.

Te hin dît ku yek ji nişka ve hat û got em dê xelatê bidin te. Ev cihê şaneziyeke mezin e. Eger bên bibêjin me xebatên te li ber çavan girtine û me dîtiye tu vê têkoşînê dikî û em jî dixwazin te xelat bikin, bi taybetî xelata kesekî wekî Mîr Celadet Bedirxan ji bo min cihê şaneziyê ye.”

Zerdeşt Haco sala 1950an ji dayik bûye. Li Almanya dijî. Serokê PENa Kurd a Ewropayê bû.

Heta niha li zanîngehên Berlîn, Bremen û Hambûrgê ders dane. Haco gelek gotar li ser babetên zimannasiyê weşandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst