Akademiya ku xelata Nobelê dide, Firat Cewerî xelat dike

12-12-2023
Aydin Bayram @aydn_byram
Nîşan Akademiya Swêdê Firat Cewerî Xelat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Akademiya Swêdê (Svensk Akademien) dê ji bo xebatên wî yên danasîna çanda Swêdî nivîskarê Kurd Firat Cewerî xelat bike.

Akademiya Swedê ragihand ku ji bo xebatên wan ên danasîna çand û wêjeya Swêdê li derveyî welat, Massimo Ciaravolo û nivîskarê Kurd Firat Cewerî hêjayî xelata 2023yan hatıne dîtin.

Akademiya Swêdê di gelek şaxan de xelatan dide.

Xelata Akademiyê ya herî navdar û navneteweyî xelata Nobelê ye û di nav xelatên Nobelê de jî ya herî balê dikişîne Xelata Nobelê ya edebiyatê ye.

Ev xelata ku nivîskar û romannivîsê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Firat Cewerî wergire bi îmzeya Sekreterê Akademiyê yê berdewam Mats Malm e.

Kesê ku deriyê Akademiya Swêdê vedike û nûçeya Xelatgirê Nobelê yê edebiyatê radigihîne jî Mats Malm e.

Xelata ku Firat Cewerî û Massimo Ciaravolo hêjayî wê hatine dîtin, bi navê Xelata Akademiya Swêdê ji bo danasîna çanda Swêdî li derveyî welat di sala 1992yan de hate damezrandin.

Ji wê salê ve her sal ev xelat tê dayîn.

Kes, an dezgehên ku di warê edebiyat û kultura Swêdî de çalak in, kultur û edebiyata Swêdî li derveyî wî welatî didin naskirin û balê dikişînin ser kultur û edebiyata wî welatî layiqî vê xelatê tên dîtin.

Akademiya Swêdê derbarê Firat Cewerî got:

“Firat Cewerî berhemên ji keda nivîskarên Swêdî wekî Hjalmar Soderberg, Edith Sodergran, Karine Boye, Par Lagerkvist, Gunnar Ekelof  Tomas Tranströmer, Astrid Lindgren û Gunilla Bergstrom wergerandine zimanê Kurdî.”

“Vê xelatê ez kêfxweş kirim”

Firat Cewerî derbarê vê xelatê de ji Rûdawê re axivî û got:

“Min bi xwe heta niha zêdeyî 20 berhemên Swêdî wergerandine Kurdî. Armanca min bi wergerandina berhemên Swêdî  ew e ku ez ziman û edebiyata Kurdî bikim şirîkê ziman û edebiyata dinyayê.

Xelata Akademiyê, zimanê kurdî ku serdestên Kurdan mîna zimanê nezanî û cehaletê nîşan didin dikişîne qesir û qonaxên maqûlan û digihîne dereceya herî bilind.

Vê xelatê ez bêhawe kêfxweş kirim. Xelatên weha dike ku mirov li karê xwe germtir bibe, bêtir bixebite, bêtir motîve bibe.”

Hêjayê gotinê ye ku nivîskarê Kurd Firat Cewerî di sala 2018an de ji heman akademiyê ve hêjayî xelatwergirtinê hatibû dîtin.

Firat Cewerî kî ye?

Firat Cewerî bi eslê xwe ji Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye.

Di destpêka salên heftêyan de koçî Nisêbînê kir û di sala 1980an de jî terka welêt kir û li Swêdê bi cih bû. Wî di heman salê de pirtûkeke xwe da çapê.

Ji wê salê û vir ew di nav tevger û çalakiyên edebiyata Kurdî de ye.

Wî di Adara 1992an de dest bi weşandina kovara Nûdemê kir û deh salan bêyî navber derxist.

Piştî bi demekê kovareke xwerû werger bi navê Nûdem Werger derxist û Weşanxaneya Nûdemê ava kir.

Firat Cewerî bi xwe heta niha 20 kitêb nivîsandine û 20 jî wergerandine Kurdî.

Kitêbên Cewerî wergeriyane Swêdî, Almanî, Erebî, Tirkî û Farsî, Îtalî.

Her wiha çîrokên wî di antolojiyên Swêdî, Almanî, Erebî û Tirkî de jî cih girtine û bûne fîlm.

Cewerî bi pênc romanên xwe, Payiza dereng, Ez ê Yekî Bikujim, Lehî, Maria Melekek Bû û Derza Dila Min wekî romannivîsekî girîng bal kişandiye ser xwe.

Firat Cewerî yê ku hîn jî li Swêdê dijî, bi salan di Komîteya Karger a PENa Swêdê de serokatiya Komîteya Nivîskarên Sirgûnê kiriye.

Nivîkarê Kurd di sala 2018an de ji ber xebatên xwe ji aliyê Akademiya Swêdê ve hat xelatkirin.

Di sala 2020an de jî Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê ew bi qelema zêrîn xelat kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst