Pirtûka zarokan Doktor Jîjo derket

24-08-2022
RÛDAW
Nîşan Doktor Jîjo Wêjeya Zarokan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji Weşanxaneya Na pirtûkeke zarokan a bi navê Doktor Jîjo derket.

Doktor Jîjo ji bo zarokên 4 salî heta 6 saliyan hatiye amadekirin. Doktor Jîjo yê ku nivîskara wê Sîya Sîtav e, wêneyên wê ji aliyê Merve Tunç ve hatine çêkirin.

Edebiyata zarokan a modern li ser sê esasên bingehîn ên wek; li gor zarok bûn, perspektîfa zarok û rastiya zaroktiyê ava bûye ku di edebiyata zarokan de ev her sê esas wekî mifteya pîvanên pedagojiyê tên dîtin.

Ji van esasên bingehîn li gor zarok bûn di derheqê pêşketina ziman û pêşketina zîhnî ya zarok de ye ku ev jî têkildarî asta têgihîştin û serwextbûna zarok e. Rastiya zaroktiyê jî perspektîfa nava metnê ye, feraset û dinyaya zarok e. Ev hersê têgeh tên wê wateyê ku nivîskar dema metnê diafirîne divê bi çavê zarokekî li meselê binêre û bi çavên zarokekî bibîne.

Doktor Jîjo jî li gorî van esasan; bi têgihîştin, feraset û serwextbûna zarokên 4-6 salî û li gor perspektîf û dinyaya wan hatiye nivîsandin û li gor esasên teknîkên hînbûn û hînkirinê hatiye amadekirin.

Doktor Jîjo ji xêzkirina wêneyan bigire heta diyarkirina kalîteya kaxizê jî li gor esasên pedagojiyê hatiye amadekirin.

Çîroka Doktor Jîjo li dora çûyîna doktor ava bûye. Wekî ku tê zanîn pirê zarokan naxwazin herin doktor û ji nexweşxaneyan û ji doktoran ditirsin lê di Doktor Jîjo de; çûyîna doktor tiştekî ji rêzê ye, wekî ku tiştekî rojane be. Ne ku tirs tune ye, tirs jî heye lê çareseriya wê jî heye.

Zarok dema Doktor Jîjo bixwînin hem wê jê kêfê bigirin û hem jî wê li ser bifikirin.

Ebada pirtûka zarokan Doktor Jîjo 24x22 kaxiz û 150 gr kuşe ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst