Sîlîna Mihêdîn hewl dide li cîhanê bi nav û deng bibe

4 demjimêr berê
Hêmin Ebdullah
Sîlîna Mihêdîn hewl dide li cîhanê bi nav û deng bibe / Wêne: Rûdaw
Sîlîna Mihêdîn hewl dide li cîhanê bi nav û deng bibe / Wêne: Rûdaw
Nîşan Sîlîna Mihêdîn Sînema Diyaspora
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Dengekî nû û xweş ê Sîlîna Mihêdîn heye û xewnên wê yên hunerî yên mezin hene.

Sîlîna Mihêdîn li Almanyayê ji dayik bûye û ji wî nifşê diyasporaya Kurdî ye ku dixwazin navdariyeke cîhanî ji bo karên xwe peyda bikin.

Sîlîna Mihêdîn li studyoyê bû mêvana barnemaya Diyasporayê û ragihand ku ew dixwaze bi rêya hunera xwe navdariyeke cîhanî peyda bike.

Sîlîna Mihêdînê wiha got:

"Ez 22 salî me û li Almanyayê hatime dinyayê. Hîn ji zarokatiya xwe ve, min ji kursên hunerê hez dikir û ez beşdarî kursên muzîk û lîstikvaniyê jî bûm."

Sîlîna Mihêdîn li ser tekstên stranan got, "Ez bi xwe tekstên stranên xwe dinivîsim.

Gava ez 13 salî bûm, min yekem teksta strana xwe nivîsand. Min strana xwe ya ewil jî bi navê Aruf Town sala 2023yan belav kir."

Bavê wê Mihêdîn yek ji hander û hevkarên keça xwe Sîlînayê bû.

Wî hezkirina stran û muzîkê li ba Sîlînayê çêkir û Sîlînayê bi xwe jî dide zanîn ku bavê wê rêya hunerê nîşanî wê daye.

“Parastina çand û zimanê Kurdî li ba min gelekî girîng e”

Her çiqas Sîlînayê li Almanyayê ji dayik bûye jî lê bi Kurdiyeke petî diaxive û dibêje, "Parastina çand û zimanê Kurdî li ba min gelekî girîng e."

Ji bilî karê muzîk û stranan, Sîlîna Mihêdîn ji hunera sînemayê jî pir hez dike.

“Armanca min ew e ku ez bibim lîstikvaneke profesyonel”

Derbarê yekê de jî got, "Ez dixwazim di paşerojê de bibim lîstikvan û ji ber vê yekê min pirtûkeke 300 rûpelî li ser fîlm nivîsand û şand Hollywoodê.

Armanca min ew e ku ez bibim lîstikvaneke profesyonel."

Lîsansa Sîlîna Mihêdîn di warê bazirganî de heye û li şirketeke bazirganiyê dixebite.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst