Li diyasporayê çîroka serkeftina lîstikvanê Kurd Kawa Hesenzade

12-05-2024
RÛDAW
Nîşan Kawa Hesenzade Berlîn Diyaspora
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kawa Hesenzade li bajarê Berlînê mamosteyê qeyikvaniyê (yan seylîngê) ye.

Kawa Hesenzade çend caran bûye şampiyon û çîrokeke wî ya serkeftî heye.

Keywan Hesenzade li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û ew di temenekî biçûk de fêrî lîstika qeyikvaniya çarokdar bûye.

Ew tevlî tîma neteweyî ya Îranê bûye û piştre wî dişînin Malezyayê û ew li wir ji hêla rahênerekî Spanyayî ve çêtir tê hînkirin.

Kawa beşdarî gelek pêşbaziyên cîhanî dibe û dikare li piraniya wan pileyên pêşin bi dest bixe û li Asyayê, bûye yek ji deh lîstikvanên herî baş ên li parzemînê.

Herwisa wî kariye li ser asta Ewropa û cîhanê jî di pileyên pêşin de be.

Kawa Hesenzade niha li Almanyayê wekî rahênerê qeyikvaniya çarokdar kar dike û lîstikê fêrî zarokên Alman dike.

“Xewna min ew e ku ez rojekê ezmûna xwe bigihînim zarokên Kurdistanê”

Kawa Hesenzade beşdarî bernemaya Rûdawê ya Diyasporayê bû û ragihand ku xewna min ew e ku ez rojekê ezmûna xwe ya serkeftî bigihînim zarok û ciwanên Kurdistanê û wan fêrî lîstikê bikim.

Kawa Hesenzade ji Rûdawêre wiha behsa xwe kir:

“Navê min Keywan Hesenzade ye. Ez ji bajarê Mehabadê me, şarê pêşewa Qazî Mihemed li Rojhilatê Kurdistanê.

Ez lîstikzanê sêylîngê me. Dema ez 12 salî bûm, li bajarê Mehabadê ez ji aliyê rahênerekî biyanî ve ji nav hezaran werzişvan hatim hilbijartin.

Piştî çend ceribandinên bedenî û derûnî, min dest bi lîstikê kir û me karî xwe bigihînin tîma neteweyî ya Îranê.

Paşê me cara yekem serdana Malezyayê kir, em 3 heyvan li wir man û di bin çavdêriya rahênerekî Îspanyolî yê bi navê David Miralta de, em hatin perwerdekirin û fêrî vê werzişê bûn.

‘Gava ez 12 salî bûm, hêviya min ew bû ku ez li balafirê siwar bibim’

Gava ez 12 salî bûm, hêviya min ew bû ku ez li balafirê siwar bibim û welatên cîhanê bibînim.

Jixwe ev bû sedem ku ez bidim pey vê werzişê, gava ez 12 salî bûm, dûrî malbat, nas û xizm, mal û welêt li welatekî dûr ku ji çanda wî xerîb bûm, ez hînî vê werzişê bûm.

Piştî gelek perwerdehiyê, bi bextewarî, min karî di demeke pir kin de pir baş performans bikim û di sala 2010an de li Dohaya Qeterê di yekem qehremaniya xwe de pileya yekem bi dest xistim.

Piştî wê serketinê, ez ne tenê baştirîn lîstikvanê Îran û navçeyê bûm, di şûna wê de, ez bûm lîstikvanê herî baş li ser asta Asyayê û di Olîmpiyadên sala 2010an de li bajarê Guangzhou yê Çînê.

Min karî bême rêzbenda Top10 û nemaze dema min karî zora lîstikzanên Koreya Başûr bibim ku yên herî baş bûn li Asyayê.

Herwisa şanaziyeke din ji şanaziyên min wekî lîstikzanê sêylîngê li sala 2011 ez li Malezyayê beşdarî şampiyoniya cîhanî ya sêylîngê bûm û min pileya sêyemîn anî û ez pê pir serbilind im.

Herwisa ez di sala 2010an de jî di rikberiyeke Polonyayê de beşdar bûm û ez tena lîstikvanê Asyayê bûm lê min karî bibim yek ji pênc lîstikvanên herî baş ên qehremaniyê.”

Rêveberê SVSTê Klaus Sperber jî got:

“Em gelekî kêfxweş bûn dema Keywan tevlî koma me bû, ew zarok û ciwanên bi vê lîstikê perwerde dike.

Keywan alîkariya me dike ji bo pêşxistina werzişa qeyikvaniya çarokdar û bêguman ew ne bi tenê ye û çend kesên din jî li gel wî ne.”

Rahênera Qeyîkvaniya Çarokdar Maria Hoffman jî got:

“Keywan havîna borî hate nav tîma me. Nîveka havîna borî me kampa havînî li vir vekir.Li vir em 3 rojan zarokan hîn û rahênan dikin.

Keywan jî li vir ligel me zaf çalak e û di rahêneriyê de alîkariya me dike û wekî rahênerekî pispor û xwedî ezmûn piştgiriya me dike.

Ez li yek ji biçûktirîn gundên Mehabadê li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûme lê niha li yek ji mezintirîn bajarên cîhanê ku Berlîn e rahênerê/rahênera lîstika sêylîngê me û çalakiyên min hene.

‘Girîng e em dev ji hêviyên xwe bernedin’

Ne girîng e em li ku ne û çawa dest pê dikin lê girîng e em dev ji hêviyên xwe bernedin û li ser bicihanîna wan rijd bin.

Ez xwe pir bextewar dibînim ku ez wek lîstikvanê sêlîngê hatim nasîn û wek werzişvanekî profesyonel û beşdarî bi dehan pêşbirkên cîhanî bûm û niha gelek ezmûna min heye û li vir jî ez vê ezmûnê digihînim zarokên Alman.

Hêvîdar im ku rojekê bikaribim vê ezmûnê bigihînim zarokên Kurd li Kurdistanê û wan hîn bikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst