Ji hunermendê Xarpêtî ji bo Herêma Kurdistanê diyariyeke watedar

19-06-2023
RÛDAW
Ji hunermendê Xarpêtî diyariyeke watedar ji bo Herêma Kurdistanê
Ji hunermendê Xarpêtî diyariyeke watedar ji bo Herêma Kurdistanê
Nîşan Fatîh Bakir Herêma Kurdistanê Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wênesaz Fatih Bakir tabloyên ku çêkiribûn bi mebesta ji bo ku yekem welatê alîkariya ziyandîtiyên erdhejê kiriye spasiya Herêma Kurdistanê bike li Hewlêrê da rayedaran.

Hunermend Fatîh Bakir ê 36 salî yê ku li Xarpêt a Bakurê Kurdistanê dijî, bi hunera xwe ya ku neqşandina daran û pelên zêr kiriye yek, vê carê ji bo ku spasiya Herêma Kurdistanê bike çend tablo çêkirin.

Hunermend Fatih Bakir ê ku hate Hewlêrê, berhemên serkirdeyên Kurdan ên ku di nav wan de Bavê  Nemir Mele Mistefa Barzanî û Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî hebûn, radestî Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî û Rêveberiya Muzexaneyan kir.

Wênesaz Fatîh Bakir ji Rûdawê re ragihand ew ji bo ku Herêma Kurdistanê di erdhejên 6ê Sibatê de alîkariya xwe gihîştande herêma erdhejê ku li 11 parêzgehan wêran bûye spasiya xwe bigihîne li Hewlêrê ye.

Bakir diyar kir ku ew li Tirkiyê hunermendê dewletê ye û anî ziman, “Şêwazeke min a taybet bi yekkirina hunera neqşandina daran û pelên zêran heye. Min karên ku min çêkirine ji bo spasiyê anîne. Gelek spas ji bo alîkariya we. Ez ji bo ku alîkariya Tirkiyê kirin bi taybetî spasiya Serokê Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed, Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî, Nêçîrvan Barzanî dikim.”

Bakir li ser tabloyên xwe yên ku anîne Hewlêrê jî got, “Tabloyên min neqşandina daran e, hemû jî bi destan bi pelên Îtalî hatine çêkirin. Ev şêwaza min bi xwe ye. Min hin berhemên xwe yên hunerî birine Barzan û hin jî radestî rêveberên payebilind ên ku min tabloyên wan çêkirine kirin. Ez hez û rêza xwe pêşkêşî we hemûyan dikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst