Firat Cewerî: Êdî kêr gihîştiye hestî û jinan serî hildane

17-10-2022
Aydin Bayram @aydn_byram
Nîşan Firat Cewerî Payîza Dereng Viyana
A+ A-

Nivîskar û romannivîsê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Firat Cewerî dê li Viyana ya paytexta Awusturyayê pirtûkên xwe îmze bike.

Nivîskar û romannivîsê navdar Firat Cewerî dê roja Şemiyê 5ê Mijdara 2022an, di demjimêr 18:00an de li Enstituya Çanda Kurdî ya Viyanayê pirtûka xwe ya bi navê Payîza Dereng bixwîne û ji bo xwîneran îmze bike.

Nivîskar Firat Cewerî li ser xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Êdî li Îranê kêr gihîştiye hestî, keça Kurd bûye sembola azadiya jinê. Jinan serî hildane. Keçikên biçûk çarikên li serê xwe dişewitînin. Doza azadiyê dikin, azadî mafê wan e.”

Rûdaw: Çima bi taybetî çalakiya xwendin û îmzekirinê bo berhema te ya “Payîza Dereng” e, û heta niha ev berhema te çend caran hate çapkirin û hûn dê li Viyanayê hemû pirtûkê bixwînin?

Firat Cewerî: Payîza Dereng li ber dilê min şêrîn e, di şaxê romanê de nixuriya min e, yanî zaroka min a pêşî ye. Her payîz Payîza Dereng tê bîra min. Destpêka sirgûniya Kurdan e jî. Gava di sala 1980an de ewrekî reş xwe bi ser welatê me de digire, bi hezaran keç û xortên me didin ser riya welatên xerîb. Gernasê romanê ê sereke Ferda jî yek ji wan e. Ferda li sirgûnê bi agirê bêrîkirina welêt dişewite. Lê piştî 28 salan gava li welêt vedigere, welat hatiye guhertin, ne ew welatê di xeyala wî de bû. Êdî nema li welêt jî disitire. Min hewl daye ez bi Payîza Dereng rewş û jiyana nifşekî bi kirasekî edebî ragihînim nifşekî din.

Na, ez ê romanê hemûyî nexwînim, ez ê tenê wek nimûne çend rûpelan jê bixwînim da em pê deriyê sohbetê vekin. Payîza Dereng heta niha sê çap kirine, lê çapa dawî nemaye, haziriya çapa 4an dike.

Rûdaw: Ev fikira xwendin û îmzekirina Payîza Dereng çawa çêbû?

Firat Cewerî: Ev fikir ya Enstituya Çanda Kurdî ya Viyanayê ye, hê berî bi du salan, bi minasebeta 40 saliya nivîskariya min wan xwest min biezimînin, lê pandemiyê hemû derî girtibûn. Loma, gava niha pêşniyaz ji wan hat, min bi kêfxweşî qebûl kir. Bêguman wê sohbeta me ne bi tenê li ser Payîza Dereng be. Em ê hewl bidin 40 salên nivîskariya min di 40 deqîqan de ragihînin guhdaran.

Rûdaw: Ji bilî vê romanê tu dê berhemên xwe yên din jî îmze bikî?

Firat Cewerî: Belê, wê bi kêmanî deh berhemên min ên din jî hebin.

Çend berhemên Firat Cewerî

Rûdaw: Di nav berhemên ku heta niha te nivîsandine de, tu zêdetir kîjanê nêzîkî xwe dibînî û xwe di nav de dibînî?

Firat Cewerî: Ez hemû berhemên xwe nêzîkî xwe dibînim, gernasên wan bi min re dijîn, ez xwe di wan de dibînim. Ez bi êşa gernasê romana Ez ê Yekî Bikujim, Temo diêşim, serpêhatiya Lehî di romana Lehî de dev ji min bernade, Ferdayê romana Payîza Dereng her payiz li ber deriyê min e, traumayên Daniel yê romana Maria Melekek Bû min di nav xemgîniyê de vedigevizîne, nameyên lehenga sereke ya romana Derza Dilê Min, Malîn, derzekê li dilê min dixe. Bi kurtî hemû romanên min wek hev li ber dilê min şêrîn in.

Rûdaw: Tu weke romannivîsekî ku pirtûkên te ji bo gelek zimanên biyanî jî hatine wergerandin û te çend xelatên navneteweyî jî wergirtine, asta romana Kurdî ya îro çawa dibinî?

Firat Cewerî: Digel ku zimanê me hê ne zimanê perwerdê ye jî dîsa ez asta romana Kurdî îro bilind dibînim. Lê romana Kurdî bêxwedî ye. Ji bo romana Kurdî li dinyayê vebe hewcedarî bi ajansên edebiyatê heye. Ajansên ku bi dosyayên tijî li fûarên kitêban ên dinyayê bigerin û romanên Kurdî pêşkêş bikin. Heke ajansên weha profesyonel derkevin meydana dinyaya edebiyatê, bawer dikim wê di demeke kurt de romanên Kurdî sînoran gav bikin û wergerin gelek zimanên dinyayê.

Rûdaw: Weke rewşenbîrekî Kurd bûyerên vê dawiyê yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê çawa dinirxînî?

Firat Cewerî: Êdî li Îranê kêr gihîştiye hestî, keça Kurd bûye sembola azadiya jinê. Jinan serî hildane. Keçikên biçûk çarikên li serê xwe dişewitînin. Doza azadiyê dikin, azadî mafê wan e. Dibe ku ev serhildana jinan dawiyê li vê sîstema hovane bîne û jin bibin xwediyên taca zêrîn.

Firat Cewerî kî ye?

Firat Cewerî bi eslê xwe ji Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye. Di destpêka salên heftêyan de koçî Nisêbînê kir û di sala 1980 de jî terka welêt kir û li Swêdê bi cih bû. Wî di heman salê de pirtûkeke xwe da çapê. Ji wê salê û bi vir de ew di nav tevger û çalakiyên edebiyata Kurdî de ye. Wî di Adara 1992an de dest bi weşandina kovara Nûdemê kir û deh salan bêyî navber derxist. Piştî bi demekê kovareke xwerû werger bi navê Nûdem Werger derxist û Weşanxaneya Nûdemê ava kir.

Firat Cewerî bi xwe heta niha 20 kitêb nivîsandine û 20 jî wergerandine Kurdî. Kitêbên Cewerî wergeriyane Swêdî, Almanî, Erebî, Tirkî û Farsî, Îtalî. Her wiha çîrokên wî di antolojiyên Swêdî, Almanî, Erebî û Tirkî de jî cih girtine û bûne fîlm. Cewerî bi pênc romanên xwe; Payiza dereng, Ez ê Yekî Bikujim, Lehî, Maria Melekek Bû û Derza Dila Min wek romannivîsekî girîng bal kişandiye ser xwe. Firat Cewerî yê ku hîn jî li Swêdê dijî, bi salan di Komîteya Karger a PENa Swêdê de serokatiya Komîteya Nivîskarên Sirgûnê kiriye. Firat Cewerî di sala 2018an de ji ber xebatên xwe ji aliyê Akademiya Swêdê ve hat xelatkirin. Di sala 2020an de jî Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê ew bi qelema zêrîn xelat kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst