VIYANA - Dîplomatên Tirkiyeyê êrişî Kurdan kir, polîsan çek li wan kişand

01-11-2023
RÛDAW
Nîşan Viyana Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Viyanaya paytexta Awisturyayê komek aktîvîstên Kurd ên ku xwest konsera 100 saliya Komara Tirkiyeyê protesto bikin ji aliyê dîplomatên Tirkiyeyê ve rastî midaxaleyeke tund hatin.

Herwiha polîsên Awistûryayê jî çek li aktîvîstên Kurd kişand.

Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Viyanayê roja yekşemê ji bo 100 saliya Komara Tirkiyeyê li hola Palais Ehrbar a Viyanayê konserek saz kir.

Li gorî nûçeya rojnameya Heuteyê a Awisturyayê, Dema ku dîplomat û mêvanên vexwendî 100 saliya Komara Tirkiyeyê bi navê “pir çandî û pir olî” li salonê pîroz dikir li derveyî salonê jî çalakiyeke protestoyê dest pê kir.

Çend çalakvanên Kurd ev yek wekî “dereweke hovane binav kir” û wan got:

"Dema ku Tirkiye xwe wekî welatê cihêreng binav dike, di dema damezrandina dewletê de bi komkujî, nefîkirin û qetlîaman hewl hat dayîn ku hemû kêmneteweyên etnîkî û olî bên tunekirin."

Li gorî nûçeya ku Heuteyê dispêrê çavkaniyên Kurd aktîvîstan ten dixwest bi awayekî aştiyane xwepêşandanan bikin.

Lê belê ewlehiya balyozxaneya Tirkiyeyê û dîplomatên Tirk, ev xwepêşandan wekî êrişekê li dijî xwe nirxand û wan midaxeleyî xwepêşanderan kir.

Li gorî nûçeyê, di vîdeoyê de tê dîtin nobedarên balyozxaneyê êrişî aktîvîstan dikin û li wan dixin.

Di encama midaxaleyê de aktîvîstekî Kurd jî birîndar bûye.

Herwiha li gorî çavkaniyên Kurd, polîsekî Awisturyayî çek li xwepêşanderan kişandiye û gefê li wan xwariye.

Li ser çekkişandinê aktîvîstekî Kurd wiha got:

"Tundûtûjiya ku me îro dît şok bû lê belê, wê em şok nekirin.

Karmendên dewleta Tirk cil û bergên xwe li xwe bikin jî wek talanker dimînin lê belê, rastiya ku efserekî Awisturyayî çek li me kişand, em şok kirin.

Ev nîşan dide ku ev dewlet çiqasî hevdû diparêzin. Ne Tirkiye û ne jî Awisturya bi nakokiyên demokratîk re eleqedar nabin."

Ji bo rê li ber mezinbûna aloziyan bigirin gelek polîs çûne cihê bûyerê.

Li aliyê din, polîsên Viyanayê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û tê de piştrast kir ku polîsan çek li aktîvîstan kişandiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst