Bi hinceta ku “ayetên Quranê dike stran” konserên Mohsen Namjoo hatin betalkirin

17-09-2022
RÛDAW
Nîşan Mohsen Namjoo Wan Betalkirina Konseran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat diyarkirin ku 2 konserên muzîkjenê navdar Mohsen Namjoo ku bi hinceta li ser medyaya civakî “ayetên Quranê dike stran” hedef hatiye girtin, hatin betalkirin.

Di dema dawî de li Tirkiyê gelek konser û festîval hatin betalkirin û 2 konserên muzîkjenê Îranî Mohsen Namjoo hatin betalkirin.

Dihat payîn ku Mohsen Namjoo di navbera 2-10ê Kanûnê de li Stenbol, Bursa, Enqere, Konya û Wanê konseran saz bike.

Serokê rêxistina bi navê "Tevgera Mudafaa-i Îslam" û Sendîkaya Karkerên Diyanetê û Weqfan Mustafa Çopursuz ji bo betalkirina konsera Namjoo dest bi kampanyayê kiribû.

Sedema biryara betalkirinê "di stranên xwe de ayetên Quranê bi kar aniye" bû.

Li gorî Biletix.com ku bilêtên konserên Namjoo tê de têne firotin, konserên 3ê Kanûnê yên Bursayê û 8ê Kanûnê yên Konyayê hatine betalkirin.

Di Biletix.com de tê dîtin ku bilêtên konsera Enqere û Stenbolê hîn jî tên firotin, bilêtên konsera Wanê ya 10ê Kanûnê jî heta niha nehatine vekirin.

Hunermend Mohsen Namjoo li Îranê ji dayik bûye û mezin bûye lê niha li New Yorkê dijî, şano û muzîk li Zankoya Tehranê li cem mamostayên mûzîkjen û mamosteyên wek Elîreza Meşayîxî û Azin Mowahed xwendiye.

Hunermend Mohsen Namjoo wek profesorê muzîkê li Zankoya Stanfordê dixebite, Namjoo heta niha 17 albûm derxistine.

Hunermendê ku heta niha du pirtûk jî nivîsandine, plan dike ku di heyama 2022-2023an de 4 albûmên nû derxe.

Mohsen Namjoo dê li Wanê jî di nav de li 5 bajaran derkeve ser dikê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst