Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê bi şêweya ‘acapella’ strana Hoy Nermê gotin

12-06-2023
RÛDAW
Nîşan Acapella Zanîngeha Şirnexê Hoy Nermê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xwendekarên Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Şirnexê bi şêweya acapella strana “Hoy Nermê” gotin. Di heyameke kurt de stran li ser torên medyaya civakî gelek hatiye parvekirin û guhdarkirin.

Xwendekarên Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Şirnexê, ji bo bîranîna yekemîn derçûyên Beşa Muzîkê, strana klasîk a Kurdî bi navê navê “Hoy Nermê” bi şêweya acapella gotin.

Strana ku ji aliyê 24 solîstan ve bi derhêneriya Selîm Uzar hatiye amadekirin, li Studyoya Muzîkê ya Rûpelê hatiye tomarkirin.

Dîmanên klîba strana ku ji aliyê Selîm Uzar û Dogan Yuksel ve hatiye kişandin li ser Youtube ligel vê peyamê hatiye parvekirin: "Ev Acapella ye; Ji bo ku çand û nirxên xwe ji bîr nekin, bibîr bînin û ji bo bîranîna mezûnên ewil ên Beşa Muzîkê ya Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Şirnexê hat kirin.”

Strana ku ji aliyê derhêner Selîm Uzar ve hatiye parvekirin di demeke kurt de gelek hatiye ecibandin û şîrovekirin.

Solîstên xwendekar ên ku stran gotine ev in:

Abdulkadir Subatan, Bedirhan Sakman, Beytullah Zeyrek, Çimen Çakan, Dilan Demirel, Dogan Yuksel, Emin Sevik, Gulusume Akduman, Îbrahîm Ayan, Kasım Akyol, Mehmet Şenol, Melek Dag, Mesut Ozçelik, Mizgîn Kulter, Necmettin Karakaş, Nurgul Abul, Rojhat Tanrikulu, Selim Uzar, Sevcan Bayram, Şukru Ataman, Velî Yabaş, Yusuf Sevinç, Zehra Duz ve Xerîba Acar.

Acapella cureyek strangotina bi komkî ya bêyî amûrên muzîkê ye û di van salên dawî de ji bo ji nû ve şîrovekirina stranên gelêrî ji aliyê hunermendên Kurd ve tê bikaranîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst