Sempozyuma 2yemîn a Melayê Cizîrî tê lidarxistin

15-09-2023
Nîşan Melayê Cizîrî Sempozyum Şirnex Cizîr Zanîngeha Şirnexê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Zanîngeha Şirnexê îsal jî Sempozyuma Melayê Cizîrî li dar dixe.

“Sempozyuma 2yemîn a Navneteweyî ya Melayê Cizîrî” bi hevkariya Parêzgariya Şirnexê, Zanîngeha Şirnexê, Qaymeqamtiya Cizîrê û Şaredariya Cizîrê tê lidarxisitn.

Sempozyuma sala borî di navbera 30ê Çiriya Paşîn û 2yê Kanûna Pêşîn de pêk hatibû.

Sempozyuma 2yemîn dê di 12-14ê Çiriya Pêşîn de li Salona Konferansê ya Şaredariya Cizîrê û Medreseya Sor were lidarxistin.  

Dê di sempozyumê de gelek akademîsyenên xwecihî û biyanî jî pêşkêşiyê bikin.

Beşdar dê li ser ramana “Hebûnê” ya Melayê Cizîrî, nêrîna wî ya li ser dinyayê û helbestên wî nirxandinan bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst