Kursên Kurdî yên Komeleya Nûbiharê destpê dikin

09-10-2022
RÛDAW
Nîşan Kursên Kurdî Komeleya Nûbiharê Werza Payîzê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serlêdanên ji bo Kursên Kurdî yên demsala payîzê Komeleya Nûbiharê destpê kirin.

Komeleya Perwerde û Çandê ya Nûbiharê ku ji damezrandina xwe û vir ve nêzî 13 sal in li ser mijarên ziman û çanda kurdî gelek xebatên girîng dimeşîne û navenda wê li Amedê ye, piştî dewreya havînê dê vê payîzê di çarçoveya Atolyeya Ziman de kursên Kurdî veke.

Kurs di Atolyeya Ziman de li gorî daxwazên xwendekaran di pola amadekariyê de, di asta 1, 2 û 3an de û êvaran û dawiya hefteyê jî bi roj tên dayîn. Kesên ku bixwazin qeyda kursan bibin heta 21ê Cotmeha 2022an dikarin serî li komeleyê bidin. Kurs dê li ser Zoomê bên dayîn.

Kursên ku dê di 25ê Cotmeha 2022an de dest pê bikin ji bo mezinan dersên Kurmancî, Zazakî û Soranî yên Kurdî bên dayîn.

Di vê heyamê de, ji bo zarokên ku herî kêm di pola 4an de dixwînin, kursa Kurmancî jî heye û kursa bi zaravayê Kurmancî ji aliyê mamosteyên jin ve, ji bo jinan bi bijartî tê dayîn.

Kurs dê di 22ê Kanûna Pêşîn a 2022 de biqede û dê bi qasî du mehan berdewam bike. Di dawiya heyamê de ji kesên ku heq dikin dê bawername (sertîfîka) bê dayîn.

Di vê heyamê de berevajî qursên berê, du dersên axaftinê/bi Sohbetê bi zaravayên Kurmancî û Zazakî tên vekirin.

Serlêdanên dersê dê heta 21ê cotmehê bên qebûlkirin. Serlêdan ji bo qursên rû bi rû li şaxên komeleyê tên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst