Kursên Kurdî yên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê dikin

13-10-2023
RÛDAW
Nîşan Kursên Kurdî Komeleya Lêkolînên Kurdî Kurdî Soranî Kirmanckî/Zazakî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Komeleya Lêkolînên Kurdî ragihand ku kursên wan yên Kurdî yên demsala payîzê dest pê dikin.

Kursên Komeleya Lêkolînên Kurdî dê hem bi awayê online û hem bi awayê rûbirû bên dayîn.

Komeleya Lêkolînên Kurdî diyar kir ku kursên wan ên rûbirû tenê li Stenbolê tên dayîn.

Di bernameya wan de kursên zaraveyên Kirmanckî (Zazakî), Kurmancî (Kurmanciya Jor) û Soranî (Kurmanciya Jêr) yên Kurdî hene.

Li gorî daxuyaniya Komeleya Lêkolînên Kurdî, dersên Kurdî 14ê Çiriya Pêşînê dest pê dikin û 12 hefteyan dewam dikin.

Kursa Kurmancî asta yekem, duyem û sêyem hem bi awayê online û hem bi awayê rûbirû tê dayîn lê asta çarem tenê bi awayê rûbirû ye.

Kursa Kirmanckî jî asta yekem û duyem hem bi awayê online û hem bi awayê rûbirû tê dayîn.

Kursa Soranî jî niha tenê asta yekem heye û ew jî bi awayê online tê dayîn.

Heman komelê 7ê Kanûna Pêşîn jî bi awayê online dest bi kursên zaravayên Hewramî û Kelhûrî yên Kurdî jî dike.

Komeleya Lêkolînên Kurdî herwiha da zanîn ku ev cara yekem e ew kursên zaravayên Hewramî û Kelhûrî vedikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst