Soprano Pervîn Çakar ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Helebceyê albumekê derdixe

04-03-2023
RÛDAW
Nîşan Pervîn Çakar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Soprano ya Kurd Pervîn Çakar, ji bo 35emîn salvegera Komkujiya Helebceyê, albumeke ku ji helbestên Şêrko Bêkes pêk tên amade kir.

Di 16ê Adara 1988an de bi fermana dîktatorê berê yê Iraqê Sedam Husên, li ser Helebceyê zêdetirî 5 hezar kesan bi gazên kîmyewî hatin qetilkirin.

Di albumê de bestekarê Îtalî Tommaso Saturnia helbesta Şêrko Bêkes a bi navê “Helebce çardehê mehê bû” bi navê “Una Poesia per Halabja” bi wergera Îtalî ya Ghiath Rammo çêkir.

Pervîn Çakar her wiha di albumê de berhema bi navê "Vocalise for Halepce" ya bestekar Ezgî Tekin jî got.

Besteyên helbestên Bala, Helebce (Çwardey Mang Bû) û Şar ên di albumê de ji aliyê Pervîn Çakar ve hatine çêkirin û wergera Zazakî ya besteya Şar jî bi hevkariya Roşan Lezgîn hatiye çêkirin. Di albumê de helbestên Şêrko Bêkes ji bilî Îtalî bi zaravayên Zazakî û Soranî yên Kurdî jî hatin bilêvkirin.

Mix-Mastering û tomarên “Una Poesia per Halabja”, “Vocalise for Halabja” û “Şar” ji aliyê Kai Schluenz ve li Katapult Studio ya Karlsruhe ya Almanyayê hatine çêkirin. Pîanîsta Alman Irene Cordelia-Huberti bi piyanoya xwe ligel Pervîn Çakar bû.

Bala û Helebce (Çwardey Mang bû) jî li Kolnê hatin tomarkirin. Muzîkjen Memo Gul bi ûd û lavtaya xwe û Mazlûm Rewşen jî bi gîtara xwe ya klasîk berhem bideng kirin.

Di albumê de ji bilî besteyan helbestên Şêrko Bêkes ên bi navê "Yekem Deng û Diwa Deng" û "Sikala - Name ji Xwedê re" jî cih digirin. Ew jî ji aliyê Sîrwan Rehîm ve hatine gotin. Karê grafîk û bergê albûmê ji aliyê Aslı Filiz ve hatiye çêkirin.

Album wê dê ji aliyê Pervîn Çakar ve di 14ê Adara 2023an de li ser hemû platformên dîjîtal bi navê "Çwardey Mang Bû" ango "Çardehê Mehê Bû" bê belavkirin.

Pervîn Çakar kî ye?

Soprano Pervîn Çakar li navçeya Dêrik a Mêrdînê ji dayik bû. Wê di sala 1995an de li Dibistana Hunerên Ciwan a Anadoluyê ya Amedê dest bi perwerdeya muzîkê kir, di sala 2003an de beşa Stranên Perwerdehiya Muzîkê ya Zankoya Gaziyê qedand. Wê ji Oylun Erdayî dersên taybet ên stranbêjiyê wergirt. Ji bo xwendina li Accademia D'arte Lirica û paşê jî li Perugia Accademia Musicale Umbria çû Îtalyayê. Di vê navberê de, wê dersên stranbêjiyê ji William Matteuzzi, Carmen Gonzalez, Sergio Bertocchi wergirtin. Di sala 2007an de ji Konservatuara Perugia F. Morlacchi bawernameya Bachelor bi pileya bilind qedand û li heman konservatuarê mastera xwe bi pileya herî bilind a konservatuarê qedand.

Soprano Pervîn Çakar beşdarî masterclassên stranbêjên operayê yên navdar ên cîhanê bû ku di nav wan de hunermendên wek; Luciana Serra, Montserrat Caballé, Mietta Sighele, Veriano Lucchetti, Tiziana Fabbricini, Salvatore Fisichella, Edda Moser û Lella Cuberli hebûn. Pervîn Çakar di sala 2004an de li Festîvala Muzîkê ya Navneteweyî ya Eskîşehîrê û li Opera û Baleya Dewletê ya Enqereyê di sala 2004an de dest bi kariyera xwe ya sahneyê kir û li Îtalya û welatên Ewropayê berdewam kir. Ew beşdarî konser û operayên li Milan Teatro Rosetum, Teatro Politeama Greco di Lecce, Teatro Comunale di Bologna, Venice Teatro La Fenice, Teatro Verdi di Trieste, Theater An Der Wien, Milan Teatro Alla Scala û gelek sahneyên din bû. Wê di pêşbirkên navneteweyî de, nemaze di warê dengê herî baş ên jinan de gelek xelat wergirtin. Wê xebat li ser, ji nû ve şîrovekirina mûzîka Kurdî ya bi awayê Muzîka Rojavayî jî kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst