Ji bo behremendên muzîk û stranan platformeke nû

03-01-2022
RÛDAW
Logoya Kurdish Talent
Logoya Kurdish Talent
Nîşan Kurdistan Kurdish Talent
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo nasandina behre û şiyanên wan kesên ku di çend warên kulturî de xwedî şiyanên taybet in, platformeke nû hat ragihandin.

Di 1ê Çileya 2022an de platforma nû ya bi navê Kurdish Talent dest bi kar û çalakiyên xwe kiriye ku wek di daxuyaniya ragihandina platformê de hatiye gotin, armanc ji destpêkirina vê platforma nû geşepêdana kultura netewî ye.

Di yekemîn pêngava xwe de, Kurdish Talnet dê roniyê bixwe ser warên muzîk û stranê. Weke di daxuyaniya ragihandina platformê de amaje pê hatiye kirin, kesên xwedan behre li her cihekê bin, dikarin di nava çend xûlekan de li ser malpera Kurdish Talent hesabê vekin û navê xwe tomar bikin.

Her li gor daxuyaniyê, di pêşerojeke nêzîk de Kurdish Talent dest bi kar û çalakiyên xwe dike û dê derfetê ji bo wan kesan peyda bike ku behreyên xwe di van kêberiyan de biceribînin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst