Xêro Ebas li ser Keleha Hewlêrê konsertek li dar xist

29-07-2022
RÛDAW
Xêro Ebas li ser Keleha Hewlêrê konsertek li dar xist
Xêro Ebas li ser Keleha Hewlêrê konsertek li dar xist
Nîşan Xêro Ebas Keleha Hewlêrê Mala Mûzîkê ya Zehawî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Xêro Ebas li ser Keleha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê bi beşdariya Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê konsêrtek li dar xist ku ji aliyê Mala Mûzîkê ya Zehawî ve hatibû lidarxistin. Di konsêrtê de Xêro Ebas hejmareke stranên xwe yên kevn û yên albûma nû pêşkêş kirin.

Ew yekem konsêrta Hunermendê Kurd Xêro Ebbas bû li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê.

Konsêrt li ser Keleha Hewlêrê û ji aliyê Mala Mûzîkê ya Zehawî hatibû lidarxistin ku ew dibe sêyem konsêrta Mala Mûzîkê ya Zehawî ji dema damezrandina wê ji dawiya sala 2021an ve.

Hunermend Xêro Ebbas hestên xwe anîn ziman, “Atmosferekî gelekî xweş, atmosferekî birêkûpêk. Ez hêvîdar im dê konsertên me hêdî hêdî wek Amed, Wan û Stenbolê lê bên. Divê ev konsert bêne kirin ji ber pêwîstiya gelê me pê heye.”

Di konsêrtê de hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Xêro Ebas hejmareke stranên xwe yên kevn û yên albûma nû û stranên din bi rengê diyo pêşkêş kirin.

Berpirsê Mala Mûzîkê ya Zehawî Hejar Zehawî got, “Îşev Rojavayiyan heşr kirin, dikarim bêjim xelkê me yê Rojava gelekî înteraktîv e, bi muzîkê re înteraktîv e ku bi wateya ku bi hev têne girêdan. Meha din konserteke me ya operayê heye.”

Hunermend Sîvan Payadar jî li ser konsertê anî ziman, “Konsertên cuda xweşiya wê ew e ku bi birayê hêja hunermendê ezîz Kek Hejar Zehawî re bû, li mala wî bû. Ji wê xweştir û girîngtir jî hunermendekî mezin ê wek Xêro Ebas beşdar bibû ku me karibû em bi hev re bibêjin. Ez di dîroka serkeftinên xwe de vê şevê dinivîsim.”

Di konsertê de Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê tevî hejmareke kesên biyanî amade bûn.

Temaşevan Vînda Ebdulrehman got, “Dema ev cure têkeliye di nav me de çê dibe, xelkê Rojava û Bakur û Başûr û Rojhilat ez gelekî bi vê kêfxweş dibim ku hêdî hêdî em dibin yek û destek.”

Mihemed Faris anî ziman, “Ev yekem çalakî ye ku min dît di nav Kurdan de belav bibe û biyanî jî beşdar bibin.”

Temaşevana biyanî Lîn Kiril got, “Divê konsêrtên bi vî rengî dubare bibin ji bo em nêzîkî stran û çanda Kurdî bibin.”

Sozan Erebo jî hestên xwe anî ziman, “Ez ji Helebê hatime vê derê ji bo ku Xêro Ebas bibînim. Ew hunermendê ku herî zêde ez jê hez dikim e.”

Xêro Ebas xelkê bajarê Tirbespiyê ya Rojavayê Kurdistanê ye û ji sala 1988an ve dest bi karên hunerî kiriye û heta niha xwedanê 9 albûman e û gelek stran li ser her çar parçeyên Kurdistanê gotine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst