Wateya beşeke nivîsa bizmarî ya ku li Keleha Hewlêrê hat dîtin, eşkere bû

08-11-2023
Dilniya Rehman
Kolandina li Keleha Hewlêrê berdewam e
Kolandina li Keleha Hewlêrê berdewam e
Nîşan Keleha Hewlêrê Nivîsên Bizmarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di kolandinên li Keleha Hewlêrê ya dîrokî de perçeyên bi nivîsên bizmarî hatin dîtin, wateyên beşeke wan nivîsan eşkere bû.

Parçeyên ku hatine dîtin, ji sala 2000î ya BZ. ne ku li ser “Şahjina Mezin” dinivîse û heger temamiya wê were dîtin, dê dîrokeke nû eşkere bibe.

Berpirsa Şûnwarnasiyê ya Keleha Hewlêrê Hêja Zahir ji Rûdawê re got:

“Ew ê li ser hatiye nivîsandin ji çend peyv û îşaretekê pêk tên ku diyar e li ser “Şahjina Mezin” û behsa Eştarê dike, ji ber ku Keleha Hewlêrê wekî Perestgeha Eştarê tê zanîn.”

Enstîtuya Fransî ya Rojhilata Nêzîk û Beşa Arkeolojiyê ya Keleha Hewlêrê 45 roj in xebatên kolandinê dikin.

Di kolandinên li ser kelehê de gelek bermahiyên ku hinek ji wan hinek hestî ne jî hatin dîtin û ji bo ku were zanîn ew ê kîjan serdemê ne dê ji bo derveyî welêt bên şandin.

Ji bo kolandinê heft cih hatine destnîşankirin

Li gorî plansaziya ya beşa arkeolojiyê ya kelehê, ji bo kolandinê heft cih hatine destnîşankirin.

Niha ji bilî navenda kelehê li gorî bi wêneyên salên 1930î li hemberî kelehê jî cihê kolandinê hatiye destnîşankirin û heta 4 metreyan hatiye kolandin.

Rêveberê Enstîtuya Fransî ya Rojhilata Nêzîk Georges Maumaris got:

“Em di wê baweriyê de ne ku em di asta bingeha dîwarê bajêr de ne, dibe ku deriyekî di navbera deriyê bajêr û Keleha Hewlêrê de hebe.

Wate dîwarê bajêr û deriyekî me heye, pir balkêş e ku me ew beş kolaye ku me beşek ji dîwarê bajêr û yek ji deriyên Hewlêrê kola.”

Kolandina vê demsalê ya kelehê bi dawî hat, kolandina duyemîn tê plankirin ku Nîsana 2024an dest pê bike.

Tîma hevpar dixwaze projeyekê ji bo destnîşankirina serdemên girêdayî desthilatdariya Kurdan organîze bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst