Galeriya wêneyan

30-06-2023
22 Photos
Bilind T. Abdullah

Muzîkjenên Azerî yên ji welatê Azerbaycanê bi rêkxeriya Mala Muzîkê ya Zehawî, êvara Pêncşemê 29ê Hezîrana 2023an li Keleha dîrokî ya Hewlêrê konserek dan.

Di komê de hejmarek ji muzîkjenên navdar ên Azerbaycanê û stranbêja navdar a Azerbaycanê Nezaket Teymurova beşdar in û bijarteyek ji berhemên xwe û folklora welatê xwe pêşkêş kirin.

Nezaket Teymurova ji Rûdawê re got: “Ez gelek kêfxweş im ku li Hewlêrê me û dikarim çend stranan pêşkêş bikim. Ev yekem serdana min e bo Herêma Kurdistanê û Iraqê û spasiya mêvandariya Mala Zehawî dikim.

Berpirsê Mala Muzîkê ya Zehawî, Hejar Zehawî jî ji Rûdawê re ragihand ku bernameya îsal navneteweyî ye û meha Hezîrana îsal ji bo muzîka Azerbaycanê, Tîrmehê ji Swêdê re, Tebaxê ji Pakistanê re, Îlonê ji Cezayîrê re û Cotmehê jî ji Spanyayê re hatiye veqetandin.