Mala Zehawî li Kela Hewlêrê konsera dawî ya îsal lidar xist

28-10-2022
Helebja Sadon
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Mala Zehawî Konser Kela Hewlêrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konsera dawî ya îsal a Malî Zahawî li ser Kela Hewlêrê bi beşdariya hejmarek ji muzîkjen û helbestvanan hat lidarxistin.

Bi konsêreke têkil di navbera helbest û stranan de, mala mûzîkê ya Zehawî dawî konsêrta xwe ya îsal birêve bir.

Di konserê de ji hemû deverên Herêma Kurdistanê hunermend beşdar bûn û nêzikî 2 demjimêran Kela Hewlêrê bi dengên xwe yên germ geş kiririn.

Helbestvan Helo Şêrgo Bêkes got “Îro zaraveyên Kurdistanê yên Soranî, Badînî, Germiyanî û Hewramî hemû hatin têkil kirin. Bi rastî têkilkirineke geleke ciwan bû, lewma vê carê biryar hate standin ku helbest jî di nava vê konsêrtê de hebe.”

Hunermend Rêkêş Seyranî dibêje “Hebûna helbestê li gel stranê hevû digre û xweşiyekî dide hevdu ji ber ku strana bê peyiv ne strane.”

Helbestvan Burhan Zêbarî ragihand “Bi hebûna helbestê me stranbêj gerim dikirin ku stranê bi rengekî ciwan bêjin, herweha vê yekî dihişte ku em jî helbestê bi germî bêjin. Bi rastî konsêrteke ciwan bû û gelekî serkeftî jî bû.”

Îsal mala Zehawî 5 Konsêr pêşkêş kir. Projeyên wan dê di Hizêrana sala bê de berdewam be, lê bi rengekê cuda.

Berpirsê mala Mûzîkê ya Zehawî Hejar Zehawî anî ziman “Projeyên me ew ku di sala 2023an de, mala Zehawî bibe maleke navnetewî ku hunermendên welatên cîhanê di konsêrtan de beşdar bin. Bi rastî ji bo hatina zivistanê, herweha piştre Newroze, me konsêrtên xwe rawestandin, lê wê konsêrt di meha Hizêrana bê de berdewam bikin.”

Hemû konsêrtên mala zehawî li kela Hewlêrê birêve çûn, ku têkilbûn di nava mûzîk û stranên folklorî û modern de û tê de hunermendên herçar parçeyên kurdistanê û yên biyanî amade bûn.

Mûzikjen Hentir Mikniyêr destnîşan kir “Ez dibînim ku karekê gelekî ciwane ku tu hunermendên deverên cuda li hev kom bikê û kultorê deverên wan têkil bikê. Ez bi xwe mûzikjenim û vê yekê bi karekê ciwan û cuda dibînim.”

Amadebûyê konsêrtê Rewend Tehsîn diyar kir “Bi rastî têkilkirineke gelekî ciwan bû, ku bi riya wê mûzîkê em çûn cihek û cîhaneke din. Bi hêvîne ku konsêrtin bi vî rengî berdewam bin.”

Mûzikjen Lêzan Qadir Hewêz got “Bi rastî têkilkirineke gelekî ciwan bû û vê yekê diyar kir ku em xwedan kiltûreke zengîn in.”

Mala zehawî di dawiya sala 2021an de ji aliyê hunermendê defjen Hejar Zehawî ve hatiye avakirin ku konsêr, master klas û workshopan ji bo gencan saz dike.

Konsêrên îsal bi dawî hatin, lê heta meha Hizêrana bê dê workshop ji aliyê wê malê ve werin kirin, ta careke din konsêrt destpê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst