Destûr ji konsera Dosso Dossiyê re derneket: Şaredariya Amedê daxuyaniyeke kurt da

25-04-2024
RÛDAW
Nîşan Dosso Dossî Konser Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Giştî yê Kompanyaya Dosso Dossiyê Hîkmet Eraslan diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê destûr nedaye wan ku li Amedê konserekê li dar bixin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî herwiha li ser nedayîna destûrê ya ji bo konsera Rêveberê Giştî yê Kompanyaya Dosso Dossiyê Hîkmet Eraslan got, “Em naxwazin li ser vê mijarê biaxivin.”

Hîkmet Eraslan ragihand, konsera wan a ku dê 18ê Gulanê li Qada Newrozê ya Amedê bihata lidarxistin hat betalkirin.

“Em dê konserê li bajarekî din li dar bixin”

Eraslan diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê lidarxistina “konsereke wiha” guncav nabîne.

Rêveberê Giştî yê Kompanyaya Dosso Dossiyê Hîkmet Eraslan derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Xê got:

“Me gelekî dixwest ku em bi welatiyên xwe yên Amedê û hemû muzîkhezan re di festîvala ku me plan kiribû ku 18ê Gulanê li Amedê li dar bixin werin ba hev.

Mixabin ji ber ku rêveberiya herêmê guncav nedît konsera me hat betalkirin.

Em dê di demeke kurt de dîrok û bajarê ku dê festîvalê lê li dar bixin, hunermendên beşdarî festîvalê bibin bi we re parve bikin.”

Hîkmet Eraslan li ser mijarê ji Rûdawê re got:

“Me ji bo vê konserê berî çend mehan hem ji parêzgariyê hem jî ji şaredariyê destûra pêwîst wergirt.

Herî dawî min û Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun li ser konsera ku me plan kiribû hevdîtin pêk anîbû û wî jî got ku lidarxistina konserê ne guncav e.

Me Qada Newrozê ji bo konserê hilbijart lê mixabin ji ber ku şaredariyê destûr neda, em neçar man ku vê konserê betal bikin.”

“Ji me re got ne guncav e”

Hîkmet Eraslan li ser sedema nedayîna destûrê jî anî ziman:

“Wan ji me re got ne guncav e. Sedema betalkirinê ji wan bipirsin, mebesta min ew bû ku hem ji bo xelkê Amedê û hem jî ji bo mêvanên ku dê ji derve bên, kêliyeke ku dê ji bîr nekin pêşkêş bikim.

Li Ameda ku ez jê hez dikim demsala geştyariyê dest pê kir. Ji bo vê konserê dê 50-100 hezar kes ji derve bihatana, ez pir xemgîn im.

Ez çend rojan li bendê bûm ku şaredarî dev ji fikra xwe berde lê dema ku nêrîna wan neguherî, ez neçar mam ku vê daxuyaniyê bidim.”

Rûdawê li ser sedema nedayîna destûrê pêwendî bi ofîsa Ragihandina Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re danî.

Ofîsa Ragihandina Şaredariya Amedê li ser nedayîna destûrê got, “Em naxwazin li ser vê mijarê biaxivin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst