Li Stenbolê çalakiya hunerî ya Contemporary destpê kir

21-09-2022
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Çalakiya Hunerî Contemporary
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Mezintirîn çalakiya hunerî ya ku li Tirkiye bi rê ve diçe ango Contemporary 17mîn car li Stenbolê destpê kir. Dîdara ku di nava çalakiyên mezin ên cîhanê de jî tê nîşandan mazûvaniya  65 galeriyên hunera hemdem û gelek înîsiyatîfan dike. Bi sedan berhemên hunerî yên ji qad û disîplînên cihê li qiraxên Halîçê hatina danîn û bala hizaran kesî jî bi ser xwe ve dikêşin.

Hunermend Sarkan Cebecî got “Afirardina hunerê welatekî weke Tirkiye cihê kêfxweşiyê ye. Em dibînin ku ji her derdorên jiyanê xelk tê vir. Her çiqasî em ji hev dûrketibin jî dema mijar dibe huner em hemû li heman derê kom dibin. Weke hunermendekî ew rengînî min kêfxweş dike. Ji her fikr û ramanê xelk tê vir. Ew cihê şanaziyê ye.”

Çalakiya mezin ku li bendêra Halîçê ya dîrokî birê ve diçe ji 22 welatan 558 hunermendan bi hezar û 476 berhemên xwe yên hunerî li xwe dihewîne. Peyker, şêwe, vîdeoart, enstelasyon, cîbicîkirin û çendîn stayl û formên din ên hunerî ku li qada hunera hemdem têne bikaranîn li vê pêşengehê ne. Ne tenê welatiyên Tirkiye lê li gelek welatan jî mevan bo seredana vê pêşengehê li Stenbolê ne.

Geştiyar Şenoto Brana dibêje “Çalakiyeke gelekî mezin ay hunerî ye û berhemên gelekî watedar lê hatine danîn. Ez ji Belçîka hatim û seredana vê derê dikim. Hestên cûda û watedar li mirov peyda dibin. Gelekî xweş. Zor spas.”

Welatî Elîf Şahîn diyar kir “Li welatên weke welatê me rojev gelekî zû diguhire û bi ya min afirandina hunerê li vir asantir e. Ew rengînî û pirçandî dewlemendiyeke hunerê ye. Ji ber wê jî tu dibînî ku hejmareke gelekî zêde xelk seredana vir dike. Berhemên ku ez herî zêde ketim bandora wan yên Îran û Tirkiye ne. Bêhtir hez ji wan huneran dikim ku li welatên ku kaos lê heye têne afirandin.”

Di çarçoveya pêşengehê de hejmareke li gor salên din kêmtir berhemên hunermendên kurd jî  têne nîşandan. Sala çuyî nêzikî 9 hezar kes seredana vê pêşengê kiribû. Tê payîn ku îsal hejmara serlêdêran ewê nêzikî 15 hezar kes bibe kû wê ew çalakî bi maweyê 5 rojan berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst