ALMANYA - Komeke şanoyê 4 parçeyên Kurdistanê digihîne hev

15-06-2024
Hêmin Ebdullah
Sabat Salih û Îlona Avêsta / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Sabat Salih û Îlona Avêsta / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Diyaspora Almanya Şano Kurdistan
A+ A-

Almanya (Rûdaw) - Diyasporaya Kurdî li Almanyayê ne tenê di qada kar û xwendinê de serketî ye, herwiha karên çandî yên çê jî dike.

Yek ji wan ew koma şanoyê ye ku çend hunermendên beşên Kurdistanê û tewra Gurcistanê jî li bajarê Hannoverê Komên şanoyê yên veguhêz ava kirine.

Aktrîs Sabat Salih û stranbêj û aktrîs Îlona Avêsta mêvanên Diyasporayê bûn ku du jinên aktrîs ên endamên komê ne.

“Me her çar parçeyên Kurdistanê anîne cem hev”

Pêşî Sabat Salihê biland, “Koma me berfireh e û me her çar parçeyên Kurdistanê di koma xwe de anîne cem hev.”

Sabat Salihê li ser lîstina rola xwe li ser şanoyê got:

“Li ser sehneyê dibim karaktera ku rola wê dilîzim û dixwazim wêneyê zindî nîşan bidim.”

Sabat Salih qala rola jina Kurd kir ku dikare şopa xwe di hemî qadan de bihêle û got:

“Divê malbat piştgiriyê bidin jinên Kurd û ew bi xwe jî xwe bi pêş bixin.”

Îlona Avêstaya ku hem stranbêj e û hem jî aktrîs û şanokar e, di şanoyan de bêhtir fena stranbêj xuya dike.

“Çîroka Kurdên Êzidî yê Gurcistanê vedibêjim”

 Îlona Avêstayê got, “Kêfxweş im bi beşdarbûna komeke şanoya Kurdî” û pê de çû:

“Min sala 2015an dest bi strangotinê kir û heya vêga jî berdewam dikim û di stranên xwe de çîroka Kurdên Êzidî yê Gurcistanê vedibêjim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst